Li Bazidê ji heman malbatê 8 kes mirî hatin dîtin
Li gundê Alintepe yê Bazidê ji heman malbatê 8 kes mirî hatin dîtin.
Li gundê Alintepe yê Bazidê ji heman malbatê 8 kes mirî hatin dîtin.
Li gundê Alintepe yê girêdayî navçeya Bazid a Agirî ji ber deriyê xaniyê malbata Zeyat girtîbû û ti agahî ji wan nehat girtin, gundî ketin nav tevgerê. Li gor agahiyan gundî destpêkê li derî didin, dema bersiv nagirin agahiyê didin muxtar. Muxtarê gund Îdrîs Çerî û cîran dema derî dişkînin û dikevin hundir, rewşê dibînin.
Muxtar û gundî bi cenazeyên bav Abdulkadîr Zeyat ê 45 salî, dayik Antîka Zeyat a 43 salî zarokên wan ên temenê wan di navbera 3-18’an de Ozlem, Semra, Adem, Erdem, Mîraç û nexweşê derûnî Kenan Zeyat re rû bi rû tên. Muxtar û gundî ku agahiyê didin jenderme, di lêgerîna malê de lambeya gazê ya ji bo ronîkirinê tê bikaranîn hat dîtin. Li ser îxtîmala ku malbata Zeyat ji ber xwarinê yan jî gaza ji tup jehrî ketibin tê rawestîn.
Muxtarê gund Îdrîs Çerî got, "Reîsê malê Abdulkadîr Zeyat, li Eskîşehîrê dixebitî, duh hatibû gund. Kurê malê yê mezin Kemal Zeyat li Stenbolê dixebite. Ji malbatê tenê Kemal sax ma. Têkildarî mirinê lêkolîn didome. Wê otopsiya cenazeyan bê kirin û paşê wê bên veşartin.”