Gundê Derfilitî hat rizgarkirin - HAT NÛKIRIN

Gundê Derfilitî yê li başûrrojhilatê Kantona Kobanê ku hêzên YPG/YPJ’ê danê nîvro dest bi operasyona paqijkirinê kiribûn, ji çeteyan hat rizgarkirin.

Hezên YPG/YPJ'ê ji bo rizgarkirina gundê Derfitilî yê li başûrrojavayê Kantona Kobanê, dest bi operasyonê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatin wergirtin, şervanên YPG/YPJ'ê îro saet di 11.30 de li gundê Derfitilî ê ku 60 km li başûrrojavayê Kantona Kobanêyê ye, li dijî çetên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kirin.

Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ'ê ketine nava gund û di van kêliyan de li gund pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyan, di van pevçûnên dijwar de şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistine û çeteyên nekarîne li ber şervanan bisekinin gund bi temamî terikandine.

Tê gotin ku şervanên YPG/YPJ'ê dane dû çetyan û li derdora gund xebatên lêgerîn û paqijkirinê dimeşînin. Her wiha hat ragihandin ku çeteyên bi dayîna windahiyên giran gund terikandine, li pey xwe du mal bi teqemeniyan teqandine.