Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) piştî operasyona li Agiriyê hate destpêkirin, pevçûn di navbera leşker û gerîlayan de rû da. Hate ragihandin ku leşkeran gule li kesên ku xwestin li hemberî operasyon û pevçûnên li çiyayê Tendurekê bibin mertalên zindî reşandin û di encamê de hevserokê berê yê HDP’ya Giyadînê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da û nûnerê MEYA-DER’ê Cenap Îlboga birîndar bû.
Li çiyayê Tendurek navçeya Giyadîn a Agiriyê pevçûn di nava leşkeran û gerîlayên HGP'ê de rû dan. Welatiyên weke mertalên zindî xwe gihandin herêmê leşkeran guleyên rastî li ser welatiyan de reşand. Di encama gulebaranê de Hevserokê berê yê HDP'a Giyadinê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest daye û rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga bi giranî birindar bû.
Li çiyayê Tendurek navçeya Giyadîn a Agiriyê leşkeran li cihê ku dar lê dihatin çandin operasyon dan destpêkirin, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn rû dan. Rageşiya li herêmê berdewam dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyên ku xwestin pêşî li operasyonê bigirin, xwe kirin mertalên zindî û gihiştin herêma operasyonê.
Welatiyên xwe gihandin cihê operasyonê leşkeran guleyên rast teqîn li ser welatiyan de reşand. Di encama gulebaranê de Hevserokê berê yê HDP'a Giyadinê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest daye û rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga bi giranî birindar bûye. Dîsa hate zanîn ku 6 welatî ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.