KCK: Eger AKP hînê bi agir bilîze, ew ê xwe bişewitîne

KCK'ê destnîşan kir ku artêşa Tirk dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin û got, "Em Yalçin Akdogan û AKP'ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku artêşa Tirk dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin û got, "Em Yalçin Akdogan û AKP'ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin de dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrîşî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş wê qat bi qat bersiva xwe bibînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Li hemberî operasyona artêşa Tirk a mêtînger a li Tendurekê, gelê me bedena xwe kir mertal û li ber xwe da. Di encama gulereşandina li ser gelê me de Serokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest daye şehîd ketiye û gelek kes birîndar bûne.

Em, şehîdê demokrasî û azadiyê Cezmî Bûdak bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wî bi pêkanîna Kurdistana azad a bi Rêberê azad re bidin jiyîn."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dema li daxuyaniyên demên dawî yên li Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP'ê were temaşekirin wê bi hêsanî bê dîtin, ku di nava amadekariya hin provokasyon û operasyonan de ne" û ev xal hat destnîşankirin: "Bi tûjkirina uslûb û zîhniyetê xwe yê yekparêz û otorîter re hewl didin zextê li hêzên demokrasiyê bikin û wan bitepisînin. Anketên hilbijartinê yên di demên dawî de hatine ber destê Erdogan û AKP'ê, ew xistine nava tirs û fikareke mezin. Ji ber ku dibînin li pêşberî bilindbûna HDP'ê di nava civakê de ew serberjêr bûne, hîn bêhtir êrîşkar bûne. Erdogan ji bo sîstema serokatiyê bîne Tirkiyeyê û AKP jî ji bo pêşî li belavbûna xwe û trenda windakirina hêza xwe bigire, çiqas jê bê ew ê serî li her şêwe provokasyonan bidin."

'EM AKP'Ê HIŞYAR DIKIN, EGER HÎNÊ BI AGIR BILÎZE WÊ DAWÎ LI XWE BÎNIN'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Erdogan dibêje li Tendurekê 25 gerîla li dijî artêşa Tirk şer dike. Halbûkî li hemberî yekîneyeke biçûk a gerîla bi hezaran leşkerên Tirk sewqî herêmê kiriye. Ji her şêweyî teknîk, balafirên şer û keşfê tên bikaranîn. AKP ji aliyekî ve bi israr dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin, li aliyê din jî Yalçin Akdogan berê xwe dide tevgera azadiyê û dibêje 'yê bi agir dilîze, xwe dişewitîne'. Ev yek ji bilî sorkirina şer, nayê ti wateyê. Rastiya ku AKP xwe nêzî muzakereyan nake, komîsyona çavdêriyê ava nake, bi vîn û durustî nêzî çareseriyê nabe, ji bo veşartina operasyon, provokasyon û êrîşan e. Em Yalçin Akdogan û AKP'ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin de dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrîşî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş wê qat bi qat bersiva xwe bibînin.

'EM BI SED HEZARAN KESÎ RE CEZMÎ BÛDAK OXIR BIKIN'

Divê AKP dest ji propaganda xwe ya li ser bingeha derewş-şaşitiyan û demagojiya bi afirandina îdraqê berde. Yê ku di vê dema hilbijartinê de hewl dide bi gefê, bi zextê, bi bertîl û hêza pereyan encamê bi dest bixe desthilatdariya AKP'ê ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, di demên herî dijwar ên dagirkeriya leşkerî û qirkirina çandî de jî, tercîha xwe ji bo jiyaneke azad û demokratîk kirin. Ev hilbijartin ji bo Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad jiyanî ye. Gelê me wê bi vê têgihiştinê li ber xwe bide, bi rêxistinî bixebite û di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest bixe.

Bi vê wesîleyê em careke din ji malbata şehîdê demokrasî û azadiyê Cezmî Bûdak û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û bang li gelê xwe dikin ku bi sed hezaran kesî re cenazeyê şehîdê demokrasiyê yê gelê me, oxir bike."