Li Çiyayê Şengalê pîrozbahiyê Çarşema Sor
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, ji bo Cejna Çarşema Sor pîroz bikin, Tirba Şerfedîn ziyaret kirin.
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, ji bo Cejna Çarşema Sor pîroz bikin, Tirba Şerfedîn ziyaret kirin.
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê, ji bo Cejna Çarşema Sor pîroz bikin, Tirba Şerfedîn ziyaret kirin.
Êzidiyên ji wan re dibêjin Êzidiyên Feqîr ên li Çiyayê Şengalê duh serdana Tirba Şerfedîn kirin. Êzidiyan di serdanê de, dûayên xwe kirin û dîwarê tirbê maçî kirin.
Li wê derê welatiyê Êzidî yê bi navê Mam Xelef axivî û got: “Baweriyên Êzidiyan hene, Şerfedîn ji bo me pîroz e. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim da ku bibin yek. Ji bo baweriya Êzidiyan berdewam bibe, divê hemû Êzidî werin û Şerfedînê biparêzin.”
Piştî wê oldarê Êzidî yê bi navê Mam Sîno jî axivî û got: “Yên ku ji bo vî olê û gelî tiştek kirin pîroz in.”
Êzidiyan li tirbeyê dûayên xwe kirin û bi dirûşman Heca xwe temam kirin û ji Tirba Şerfedîn derketin.