Di binê çavan de hat qetilkirin, cenaze ji malbatê re nehat dayîn
Ji bo Abdûlganî Dag ê di binê çavan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin hat gotin ku "di pevçûnê de mirî hatiye girtin" û cenazeyê wî ji malbatê re nehat dayîn. Malbat niha hem cenazeyê xwe hem jî hesap ji kujeran dixwaze.
Sedat Sûr
Mêrdîn / Anf
çarşem, 8 avrêlê 2015, 07:00
Di girtenameyên der heqê Abdûlganî Dag ê di binê çavan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin hat amadekirin de, gotina "di pevçûnê de mirî hat girtin" hat bikaranîn û cenaze ji malbatê re nehat dayîn. Malbat niha hem cenazeyê xwe hem jî hesap ji kujeran dixwaze. Kek Dag diyar kir ku kujerê birayê wî Atîlla Ûgûr e û parêzer Kûzû jî anî ziman ku dewletê kirasê qanûnî li cînayetê kiriye.
Abdûlganî Dag ê li navçeya Mêrdîn Qoserê dijiya, bi hinceta alîkarî daye PKK'ê, di 14'ê Hezîrana 1994'an de ji aliyê leşkerên Tirk ve bi du hevalên xwe re hat binçavkirin. Wê demê hînê 18 salî bû û binçavkirina wî nehatibû qebûlkirin. Dag bi fermana Berpirsyarê JÎTEM'ê yê Mêrdînê yê wê demê Atîlla Ûgûr hat qetilkirin û mîna ku di şer de hatiye kuştin hat nîşanan. Cînayet di girtenameyan de weke "di pevçûnê de mirî hat girtin" derbas bû.
Ev rêbaza kuştina di binê çavan de, rêbazeke JÎTEM'ê ku di salên 90'î de li gelemperiya Kurdistanê bikar anî bû ku di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin.
KEK DAG: JENDERME GEF XWAR
Kekê Dag Abdûllah Dag diyar kir ku birayê wî di 14'ê Hezîrana 1994'an de dema metka xwe li gundê Akarsû yê Nisêbînê ziyaret kir ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û piştî bi binçavkirinê hesiyan wan serî li gelek qereqolên polîs û jendermeyan ên ji Mêrdîn û navçeya wê dane.
Dag anî ziman ku di dema serlêdanê de ji qereqola jendermeyan a li Mêrdînê gef li wan hatiye xwarin û rayedarên leşkerî jê re gotine, 'Eger tu naxwazî heman aqûbeta hatiye serê birayê te bê serê te, ji vir bicehime.'
ŞAHIDAN XWE GIHANDIN MALBATÊ
Dag ragihand ku di dema lêgerîna wan a li birayê wî de di dawiya meha Hezîranê de jin û mêrek hatiye cem wan, ji wan re gotine ku li qereqola jendermeyan a li Mêrdînê ew û birayê wî bi hev re dihatin ragirtin, rastî îşkenceyê hatin û piştî 15 rojan birayê wî ji cem wan birine.
Kek Dag got, "Li gorî agahiyên van kesan dan, me gotin qey birayê min hatiye girtin û serî li girtîgehan dan. Ev serlêdanên me jî bê encam man." Dag axaftina xwe wiha dewam kir: "Min serî li gelek deveran da, lê belê nekarî xwe bigihînim birayê xwe. Di demeke ku hînê bi hêvî bûm ku wê rojekê bihata di sala 1997'an de qereqola jendermeyan a gundê Terî bang li min kir. Ji min re gotin ku divê îfadeyê bidim dozgerê Mehsertê. Der barê windakirina birayê xwe de min îfade da dozger û tiştên bi serê min de jî jê re vegot."
DOZGER: MIN TEVLÎ VÊ NEKE
Abdûllah Dag piştî dayîna îfadeyê serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê da û piştî demekê dozgerê li Mêrdînê bang li wî kir. Dag got, "Dozger ji min re got ku birayê min di Hezîrana 1994'an de li gundê Diheme yê Qoserê di pevçûneke li hemberî artêşa Tirk de hatiye kuştin. Dema min jê pirsî ku cenaze li ku ye, ji min re got, 'Ez nizanim, min tevlî vî karî neke. Leşker bi wê dizane.'"
HEMÛ HEWLDAN BÊ ENCAM MAN
Dag piştî daxuyaniya dozger dest bi têkoşîna xwe gihandina cenazeyê birayê xwe kir û bi rêya parêzerekî li Amedê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Dag diyar kir ku wî serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê daye, lê belê serlêdan nehatiye şopandin û dûre di sala 2006'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye û got, "Serdozgeriya Mêrdînê jî biryara neşopandinê da û dosya ji Dozgeriya Qoserê re aşnd. Dozgeriya Qoserê jî biryara Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya li Amedê ji xwe re mînak dît û diyar kir ku birayê min ne di binê çavan de di pevçûnê de hatiye kuştin û biryara neşopandinê da."
Dag anî ziman ku di sala 2014'an de Kazim Yeldogan ê bi birayê wî re hat binçavkirin û şahidê bûyera windakirinê ye, îfade da dozgeriya Qoserê û diyar kir ku li ser vê yekê wan xwestine dosya ji nû ve were vekirin lê belê ev daxwaz ji aliyê Dadgeha Sûlhê ya Mêrdînê ve hatiye redkirin.
'BIRAYÊ MIN BI FERMANA ATÎLLA ÛGÛR HAT QETILKIRIN'
Dag got, "Birayê min ne winda ye. Birayê min piştî hat windakirin bi fermana Fermandarê JÎTEM'ê yê wê demê Atîlla Ûgûr ve hat qetilkirin û mîna ku di şer de hatiye kuştin, hat nîşandan."
Dag axaftina xwe wiha dewam kir: "Dewlet bi belgeyên fermî qebûl dike ku birayê min di pevçûnê de hatiye kuştin. Lê belê cenazeyê wî nade. We birayê min qetil kirin, hûn vê qebûl dikin. Wê demê cenazeyê wî bidin, we birin ku, we çi bi cenazeyê wî kirin? Vê aşkera bikin. Em dixwazin bi wergirtina cenaze re mafê xwe yê oxirkirinê bikar bînin. Em dixwazin cenazeyê xwe oxir bikin. We destpêkê qetil kirin dûre jî mafê me yê xatirxwestinê ji destê me girtin."
'EV KUJER DIVÊ WERE CEZAKIRIN'
Dag bal kişand ser rola Ûgûr a di qetilkirina birayê wî û bi sedan kesî de û got, "Fermana mirina birayê min ji aliyê Atîlla Ûgûr ve hat dayîn. Beriya du salan keyayê gundê Bektaş ê Qoserê ji min re got ku Atîlla Ûgûr hejmareke nayê jimartin cesed avêtiye bîrên li gundan, ji tirsa ev negotiye, lê belê êdî ji ber wijdanê wî ranekiriye aniye ziman. Atîlla Ûgûr xwe weke xwediyê vê xakê didît. Digot, 'Xweda û pirtûka vê axê ez im'. Ev kujer divê bê cezakirin.
Dadgehan heta roja îro kujerê bi navê Atîlla Ûgûr parastin û ti ceza neda wî. Birêz Ocalan Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê pêşniyar dike. Em weke malbatên zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, dixwazin ev komîsyon ava bibe. Diyare heta ku ev komîsyon ava nebe, kujer nayên cezakirin û cesedên me ji me re nayên dayîn."
PARÊZER KÛZÛ: DEWLETÊ KIRASÊ QANÛNÎ LI CÎNAYETÊ KIR
Serokê ÎHD Şaxê Mêrdînê parêzer Erdal Kûzû ragihand ku cînayeta Abdûlganî Dag gelek daneyên girîng pêşkêş dike ku JÎTEM cînayetên xwe bi kîjan rêbazî dikir. Parêzer Kûzû da xuyakirin ku JÎTEM'ê mirovên di binê çavan de dikuşt mîna di şer de hatiye kuştin nîşan dida û da zanîn ku ji ber hin derengmayînên Doza JÎTEM'ê ya Mêrdînê qetilkirina Dag lê nehatiye bicihkirin. Kûzû got, "Ev cînayet mîna ku di şer de hatiye kuştin, hat nîşandan. Dûre saziyên fermî yên dewletê kirasê qanûnî li vê cînayetê kirin û girtename amade kirin."
'ÛGÛR JI SEDAN CÎNAYETAN BERPIRSYAR E'
Parêzer Kûzû da xuyakirin ku qetilkirina Dag a di binê çavan de bi îfadeya şahidên bûyerê re zelal e û destnîşan kir ku fermana kuştinê jî ji aliyê Atîlla Ûgûr ve hatiye dayîn. Kûzû ragihand ku Ûgûr berpirsyarê bi sedan cînayetên li Bakurê Kurdistanê ye.
'MAFÊ XATIR XWESTINÊ'
Parêzer Kûzû diyar kir ku nedana cesed û negotina cihê cesedê kesekî ku dewlet qebûl dike qetil kiriye, skandaleke hiqûqî ye û bal kişand ser 'Mafê Xatir Xwestinê' yê di peymanên navneteweyî de tê naskirin. Parêzer Kûzû xwest mafê xatir xwestinê û mafê pêkanîna merasîmê ji malbatê re were dayîn û cesed radestî malbatê were kirin.