Artêşa Tirk bingehê ji pevçûnan re amade dike
HPG'ê ragihand ku operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla, ji bo bingehek ji pevçûnan re bê amadekirin, zêde bûne.
HPG'ê ragihand ku operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla, ji bo bingehek ji pevçûnan re bê amadekirin, zêde bûne.
HPG'ê ragihand ku operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla, ji bo bingehek ji pevçûnan re bê amadekirin, zêde bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a li ser zêdebûna liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bibîr xist û destnîşan kir, ku zêdebûna operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên hêzên gerîla yên di rewşa agirbestê de ne, ji bo afirandina bingehek ji şer e. Navendê diyar kir ku ev operasyon roj bi roj zêde dibin û der barê tevgera leşkerî de agahî da.
LI COLEMÊRGÊ HEWLDANA OPERASYONÊ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku di 6'ê Nîsanê de yekîneyeke leşkerî ya ji 70-80 kesî ya li Girê Mamreş ê Şemzînanê ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye ketiye nava tevgerê û bi hêza ji Qereqola Bêroxê wergirtî re, ketiye Boxaza Kevotê û Boxaza Hêliza. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî vê tevgera operasyonî ya li dijî qadên di bin kontrola hêzên me de ne, hêzên me yên gerîla ji bo hişyarkirinê gule reşandine. Piştî vê gulereşandina hişyariyê, bi tankan qadên hêzên me yên gerîla hatine bombekirin."
Navendê da xuyakirin ku artêşa Tirk ev tevgera xwe zêde kiriye û bi leşkerên ji qereqolên Bêzok û Mûsaka hatî re, operasyon li qadên Mêrgê, Bêrox, Deryê Kevotê û Deryê Hêliza berfireh kiriye û ev agahî da: "Li hemberî vê operasyona artêşa Tirk a berfireh dibe, hêzên me yên gerîla saet di 16:30 de careke din neçar mane ji bo hişyarkirinê gule biteqînin. Di navbera saet 16:00 û 20:00'an de ji Qereqolên Bêzok, Museka û mamreşê, artêşa Tirk bi hawan, obus û topan Girê Ronahî û quntarên girê Ronahî bombebaran kiriye. Vê operasyonê heta îro saet 06'an dewam kiriye. Tevgera artêşa Tirk a li vê herêmê bi kemînên yekîneyên veşartî yên li qadên Mergê, Deryê Kevotê û Deryê Heliza dewam dike.
Wekî din, tevgera balafirên keşfê yên li vê qadê di 6'ê Nîsanê de destpê kirin, îro saet di 17:30 heta saet 04:00 dewam kiriye."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ji derdora qereqola Girana ya ser bi navçeya Şemzînanê, artêşa Tirk li hemberî qada Boxaza Zeytê derketiye operasyonê û ragihand ku artêşa Tirk bi van operasyonan re dixwaze qadên li vê derê bixe bin kontrola xwe û hewl daye Mêrgê û Geliyê Girê Şehîd Reşîd bigire bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Operasyona li vê herêmê dewam dike û îhtimaleke mezin a pevçûnan li vê herêmê heye."
Navendê da xuyakirin, ku di 6'ê Nîsanê de derdora qereqola Dêrik a li qada Gerdiya ya Şemzînanê ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye bi çekên giran hatiye gulereşandin û saet di navbera 15:00 û 16:00 de jî bi pêgerên bê mirov ên hewayî re keşif li herêmê hatiye kirin.
LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ TEVGERA KEŞFÊ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku artêşa Tirk bi pêgerên bê mirov ên hewayî re di 6'ê Nîsanê saet di navbera 09:00 û 01:00 de li herêma Zapê keşif kiriye û got, "Artêşa Tirk heman demê de bi helîkopterên Skorsky li qadên Apê Mûsa û Şehîd Brûsk ên Amedê keşif kiriye. Her wiha ev sê roj in li Farqînê bi helîkopterên Skorsky keşif tê kirin."