Li Til Temirê li dijî çeteyan çalakî

Hêzên YPG'ê li hin gundên Til Temirê li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Hêzên koalîsyonê jî hin çeperên çeteyan bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên YPG'ê duh bi şev li gundê Xebiş ê li rojavayê Til Temirê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, wesayîteke çeteyan hat derbkirin.

Piştî çalakiyê li Xebişê, saet li derdora 23'an li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn. Pevçûnan heta serê vê sibehê dewam kirin û hat ragihandin ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê yên navneteweyî jî çeperên çeteyan bombebaran kirine. Lê belê der barê encamên pevçûn û êrîşên hewayî de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

Her wiha, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev li gundê Xerita yê li başûrê Til Temirê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya hêzên YPG'ê kirin. 

Li ser bersiva tund a hêzên YPG'ê pevçûn derket û tê gotin ku pevçûna li herêmê ji duh bi şev û vir ve dewam dike.