Nasnameya 2 şervanên YPJ'ê hat aşkerakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya 2 şervanên YPJ'ê yên di pevçûnên li herêma Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Naveda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku 2 şervanên YPJ’ê di pevçûnên li herêma Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê der barê mijarê de di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand û nasnameyên her du şervanan aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di dema ku dijmin dixwaze îradeya gelê berxwedêr bişikîne, bi hezaran wekî Viyan Peyman û Amara Botan canê xwe dikin kevirê kelehê heta ku nehêlin kiryarên bêrûmetiyê li ser gelan bêne meşandin. Di berxwedaniya bi heybet a ku yekîneyên me YPG’ê û YPJ’ê di çeperên şer de didin nîşadan de 2 rêhevalên me yên ku rolek mezin di jiyanê û şer de dileyîstin, tevlî nava refên pekrewanan bûn.

Her du hevalên me ji bo vejîna jiyana nû û bidawîkirina koletiya ku li ser gel û bi taybet jî li hemberî jinê tê meşandin, ji destpêka şoreşê ve tevlî nava berxwedanê bûn. Bi awayekî çalak beşdarî hemû xebatên ku li ser milê wan diket bûn.

Di dema dawî de ku şer û pevçûn li deverên cuda yên Rojava diqewimin de, bi awayekî xurt beşdarî şer bûn û ji tevahî jinan û cîhanê re dan îsbatkirin ku jina Kurd îro sînorê koletiyê bi berxwedaniya xwe radike. Di heman demê de bi xwîna zelal dan diyarkirin ku heta jinek azad li ser vê axê bijî, ti hêz wê nikaribe li hemberî îradeya azad rawest e.

Rêhevala me Viyan Peyman bi deng û awaza xwe û heskirina ji hevaltî û girêdana xwe ya bi welat û axa pîroz re, di dilê hemû rêhevalên xwe de cih girt. Di vê çarçoveyê de jî temsîla ruhê jina azad kir.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di kesayeta her du tekoşerên xwe de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin, soza xwe bi şehîdan re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin."

NASNEMEYA HER DU CANGORIYAN

Gulîstan Talî Cinganlo bi nasnav Viyan Peyman, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, di 6'ê Nîsana 2015'an de li gundê Miço yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.

Reşa Ehmed bi nasnav Amara Botan, li Dirbêsiyê ji dayik bû, di 6'ê Nîsana 2015'an de li gundê Miço yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.