Heyeta Mala Êzidiyan û parlamenterê Elman Hevşaredar ziyaret kirin

Heyeta Mala Êzidiyan a Celle'yê û parlamenterê Partiya Sosyalîst a Elman Maxîmîlîan Schmîdt, Hevşaredarên Sûrê ziyaret kirin.

Heyeta Mala Êzidiyan a Celle'yê û parlamenterê Partiya Sosyalîst a Elman Maxîmîlîan Schmîdt, ku ji bo xebatên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî yên li Amed, Êlih, Mîdyat û Wêranşarê di cih de bibînin û nêrînên xwe parve bikin hatin Bakurê Kurdistanê, Hevşaredarên Sûrê ziyaret kirin.

Parlamenterê Partiya Sosyalîst Maxîmîlîan Schmîdt der barê kamp û malbatên Êzidî yên li qada Fîdanlik a Yenîşehîrê dijîn de, agahî stend.

Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn di dema serdanê de peyivî û got, "Dewletê mirovên ji Kobanê, Şengal û Rojava hatin weke penaber nedît û alîkarî neda. Ji ber vê yekê me hewl da ya ji destê me tê bikin û em ê vî karê xwe jî dewam bikin."

Hevşaredar Fatma Şik Barût jî anî ziman ku ew naxwazin Êzidî Şengalê biterikînin û dema Şengal veguherî qada jiyanê dixwazin hingî Êzidî li cih û warên xwe vegerin. Barût got, "Hin hene hewl didin biçin Ewropayê. Lê belê hewldan û xebatên me ji bo vegera li Şengalê ne."