Li Kobanê bi 2 nexweşxaneyên ji 27 kesan re û yek leşkerî yek jî sivîl e, hewl tê dayîn pirsgirêkên tenduristiyê werin çareserkirin. Rayedaran bal kişandin ser pirsgirêkên ambûlans û dermanan ên li bajarê ji 50 hezar şêniyî û destnîşan kirin, ku ji bo pirsgirêkên tenduristiyê bi temamî ji holê werin rakirin, divê korîdora mirovî were vekirin.
Li Kobanê derfetên dermankirinê piştî welatiyên ji bajar koçber bûn careke din dest bi vegerê kirin zehmet bûn. Li Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nexweşxaneyên bajar hilweşiyan û hemû derfetên dermankirinê li du nexweşxaneyên yek leşkerî û yek jî sivîl ên nakevin kategoriya nexweşxaneyan tên kirin. Li eniyên bajar şer berdewam dike û şervanên YPG û YPJ'ê yên birîndar dibin li nexweşxnaeya leşkerî ya li gor 12 kesan û nexweşxaneya sîvîl lê tên dermankirin jî 5 kesan werdigire.
BI GIŞTÎ 10 DOKTOR 25 HEMŞÎRE HENE
Li van her du nexweşxaneyan hejmara peywirdarên tendûrîstiyê yên hewl didin nexweş û birîndaran derman bikin gelek kêm in. Li her du nexweşxaneyan bi giştî 10 doktor û 25 hemşîre hene. Ev peywirdarên tendurîstiyê bi şev û roj ligel derfetên qels dixebitin.
VEGERAN PIRSGIRÊK MEZINTIR KIRIN
Kêmbûna doktor û hemşîreyan pirsgirêkek mezin e û alav li nexweşxaneyan ên pê mudaxeleyî birîndar û nexweş bikin jî kêm in. Bi vegera welatiyan hejmara welatiyên bajar gihiştiye 50 hezaran. Alîkariyên dermanên di navberên dawî de tên kirin jî wê rojên di pêş de kêm bibin. Ligel kêmbûna dermanan hejmara ambulansan jî kêm e û ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan. Çend ambulansên li bajar heyî jî li eniyên şer şervanên di pevçûnan de birîndar dibin tînin nexweşxaneyan.
Ligel van pirsgirêkan dema nexweşan derbasî Tirkiyeyê jî dikin gelek pirsgirêk tên jiyîn. Tevî hemû hevdîtinan hê ev pirsgirêk nehatine çareserkirin.
DOKTORÊN SÎNORNENAS KETIN NAVA TEVGERÊ
Ji bo pirsgirêkên li bajar kêm jî bin ji holê bên rakirin hevdîtin tên kirin û li ser vê yekê Doktorên Sînornenas ketin nava tevgerê. Rêxistinê ji bo li Kobanê nexweşxaneyekê çêbike dest bi xebatan kir. Di çarçoveya xebatan de avahiya berê weke dibistan dihate bikaranîn lê di dema şer de zerar dît dest bi çêkirina wê kirin. Piştî çêkirina wê bi dawî bû wê amûr û alavên tibî bînin.
'KORÎDOR ŞERT E’
Berdevkê Meclîsa Tendûrîstiyê yê Kobanê Dr. Hîkmed Ehmed diyar kir ku di dema şer de hemû nexweşxaneyên li şer hilweşiyan û derfetên gel bê dermankirin nemane. Ehmed anî ziman ku nexweşxaneya bilez hewcehiya wan pê heyî bi alîkariya Doktorên Sînor Nenas hewl didin ava bikin. Ehmed anî ziman ku piştî amadekariyên nexweşxaneyê yên fizîkî hatin amadekirin wê heman rêxistin ve alav û amûrên tibî yên dermankirin bîne û xizmeta dermankirinê berdewam bikin. Ehmed da zanîn ku nexweşxane wê ji bo 13 kesan pêk bê, destpêkê 3 piştre jî wê 7 doktor peywirê bigirin û ji bo hemû pirsgirêkên kantonê bi awayekî rêk û pêk bên dîtin divê demildest korîdora mirovahî bê vekirin.
...