Anli: Hilberîn û huzûr bi aştiyê tê

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Anli di “7’emîn Fuara Çandinî, Ajaldarî, Mirîşkvanî û Endustriya Şîrî ya Rojhilata Navîn” ku ji 7 welatan 110 fîrma tê de beşdar in de axivî, diyar kir, ji bo aştî mayînde bibe divê her kes xebatê bike.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di “7’emîn Fuara Çandinî, Ajaldarî, Mirîşkvanî û Endustriya Şîrî ya Rojhilata Navîn” ku ji 7 welatan 110 fîrma tê de beşdar in de axivî, diyar kir, ji bo aştî mayînde bibe divê her kes xebatê bike û got ku hilberîn, adanî û huzûr bi aştiyê tên

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî yek ji amadekarên “7’emîn Fuara Çandinî, Ajaldarî, Mirîşkvanî û Endustriya Şîrî ya Rojhilata Navîn” e, fuarê îro destpê kir. Fuar wê heta 11’ê Nîsanê bidome, Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli jî di fuarê de axaftinek kir. Ligel Anli, Waliyê Amedê Huseyin Aksoy, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Ahmet Sayar, gelek cotkar û karsaz beşdarî fuarê bûn.

Axaftina vekirinê Midûrê TUYAP’a Amedê Îlhan Ersozlu kir û bal kişand ku gelek kara fuaran li aboriya bajêr heye. Ersozlu aşkera kir ku di nava du salan 1,5 mîlyon kes beşdarî fuara çandiniyê bûne û spasiya amadekarên fuarê kir. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Ahmet Sayar jî bi bîr xist ku bi pêvajoya aştiyê re geşedaneke aborî li bajêr hatiye pêş û xwest ku ev pêvajo bidome. Sayar, xwest ku rêncber û cotyar li gel pêvajoya aştiyê bin.

Hevşaredar Firat Anli, bi Kurmancî û Zazakî beşdarên ku di salonê de amade ne silav kirin û got, li ser vî erdî gelek tişt tên axaftin, êdî pêwîst e ev gotin di kiryarê de jî bêne bicihanîn. Anli, bi bîr xist ku ev cara 7’an e ev fuar li dar dikeve, êdî binê xwe girtiye û wiha axivî: “Mirov dikare bi nirxandina sala buhrî fuarê bigire dest. Di vê sala buhrî de me çi kir? Li ber guhê me şewateke mezin pêket. Li Iraq û Sûriyeyê hê jî ev agir nehatiye vemirandin. Ne mimkun e ku ev bandorê li rêncber û cotyarên me neke. Vê rewşê hem bandor li veberhênana me kir hem jî berhemhênana me.” Anli, daxuyand ku ev dez avantaj e lê em dikarin wê dagerînin avantajê û got, di xebatên avakirina li Şengal, Kobanî, Kerkuk û Efrînê em dikarin çandinî û sewalkariyê binirxînin û yarmetiya wê bikin.   

‘DIVÊ HER KES JI BO MAYÎNDEBÛNA AŞTIYÊ KAR BIKE’

Anli daxuyand ku vê gavê herêm cihekî ewle ye, ligel hemû nerêniyan jî pêvajoya aştiyê tiştekî baş e, her kes ji vê pêvajoyê sûdê werdigire û got, hilberîn, huzûr û bereket bi saya pêvajoya aştiyê peyda bûne. Anli got ku ji bo mayîndebûna vê pêvajoyê divê her kes bi ruh û can bixebite. Anli, bi bîr xist ku cotyarên jin ji Îzmirê hatine serdana cotyarên Amedî, ezmûnên kooperatîfvaniyê bi hev re parve kirine û got, “Daxwaza me ew e, xebatên wiha berbelav bibin.”  

‘WÊ GIRÎNGIYÊ BIDINE KOOPERATÎFVANÎ Û COTYARIYÊ’

Anli, bi bîr xist ku Şaredariya Mezin ne tenê li navenda bajêr li aqarekî 15 hezar km2, 17 navçe, 952 gundan bi tevahî xizmetê dide 2 hezar cihûwaran û bal kişand ku xebata wan tenê binesazî, ava vexwarinê, rê û kanalîzasyon nîn e, her weha xebatên aborî, civakî, çandî û komelgehî jî pêk tînin. Anli aşkere kir, ji bo meşandina xebatên bîwarê aborî wan Serokatiya Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî daniye û got, ew ê bi saya vê daîreyê kooperatîfvanî, çewlîkdarî û bankeya tovî bi pêş bixin. 

Anli, di dewama axaftina xwe de bal kişand ku salên 90î gund hatine wêrankirin û çolkirin û got, “Niha em hewl didin wan birînan bi hev re derman bikin. Niha li van gundan çandinîya organîk were kirin dê avantajek baş be. Yek ji mebesta me pêkanîna vê projeyê ye. Divê bo çandiniyê em tekonolojiyeke ku zirara wê ji bo jîngeh û ekolojiyê tune ye peyda bikin û wê bi kar bînin.”

Piştî Anli, Waliyê Amedê gotara xwe pêşkêş kir û der barê mijarê de pêzanînên xwe bi beşdaran re parve kirin.

Piştî axaftinan fuar bi hev re hate vekirin.