Gerîlaya YJA Starê Çîftçî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxkirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser milê jinan ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser milê jinan ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ya li Şengalê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Meydana Azadiyê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê ji aliyêb i hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Cenaze dûre bi konvoyekê anîn navenda bajêr û li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê bi hezaran kes bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin pêşiyê. Bi hatine cenazeyê Çîftçî re dikandaran derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" hatin qîrîn, alên YPG, KCK, YJA Star, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Li dû kar û barên li nexweşxaneyê cenazeyê Çîftçî ber bi "Şehîdgeha Serê Solan" a li taxa Sumbulê ve hat şandin. Di merasîma cenaze de li gel bi deh hezaran kesî Hevşaredarên Colemêrgê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê amade bûn.

Di meşa ku bi awayê kortejê dewam kir de jinan darbesta Çîftçî dan ser milê xwe. Li goristanê, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin û piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze li ber dûayan hat veşartin.

Hevseroka Meclîsa Bajêr Perîhan Karaman li merasîma cenaze peyivî û anî ziman ku Çîftçî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya ye. Karaman destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarên têkoşîna Bêrîvanan. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Rahmî Temel jî ragihand ku Çîftçî jiyana heyî ya ne adîl red kiriye û bi têkoşîna xwe ya li hemberî zilma li ser gelê Kurd re tevlî karwanê nemiran bûye.

Merasîma cenaze piştî xwendina dûayan bi dawî bû. Girseya gel, piştre derbasî konê sersaxiyê yê li gundê Bayê bû û ji malbatê re sersaxî xwest.