Gerîlaya YJA Star Cejna Hêvî, li Qendîlê hat oxirkirin

Gerîlaya YJA Star Şememî Rêzayî (Cejna Hêvî) ya li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de berî niha bi du mehan birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da li Qendîlê bi merasîmekê hat defnkirin.

Gerîlaya YJA Star Şememî Rêzayî (Cejna Hêvî) ya li  Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de berî niha bi du mehan birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da li Qendîlê bi merasîmekê hat defnkirin..

Gerîlaya YJA Star Cejna Hêvî ya li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de berî niha bi duh mehan birîndar bibû û duh li Nexweşxaneya Hewlêr jiyana xwe ji dest da li Qendîlê Şehîdgeha Karasungur hat defnkirin.

Şememî Rêzayî (Cejna Hêvî) ya sala 1994’an li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinyayê, li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû. Hêvî ya berî niha bi du mehan anîn Başûrê Kurdistanê, duh li Nexweşxaneya Hewlêr jiyana xwe ji dest da. Hêvî îro li Qendîlê Şehîdgeha Karasûngûr hat defnkirin. Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava, ji fermandarên HPG’ê  Alî Kîçî, ji fermandarên YJA Star Hêzil Dêrsim, Hevşaredara Mexmûrê Nûran Sezgîn, bi sedan gerîla û gel di merasîmê de amade bûn.

Di merasîma leşkerî ya bi rêzgirtinê pêk hat, endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lava  got, “Hevala Cejna bi fedakarî, dilsozî û fedayitîyeke mezin, di berxwedana Şengalê de li refên pêş şer kir. Ji bo ewlekariya civaka me ya Êzidî bi lehengî têkoşiya.”

Lava axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em îro li vir di şexsê rêheval cejna de tevayî şehîdên berxwedana demokratîk bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em careke din soza dilsoziya bi bîranîna wan re didin.”

Piştî axaftina Lava, Hêvî li ser milê rêhevalên xwe yên ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Piştî axaftina Hevşaredara Mexmûrê merasîm bi dirûşma, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

...