300 Kurdên hatibûn revandin, hatin berdan
Komên Îslamî yên girêdayî Cebhit El- Nusra piştî destwerdana Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê 300 welatiyên Kurd ku duh revandibûn, serbest berdan.

Duh 300 sivîlên Kurdên ji Kantona Efrînê li gundê Tiqad ê 20 kîlo metre dikeve rojavayê bajarê Helebê ji aliyê Cebhit El- Nusra ve li ser bendê kontirolê yê Teyara hatibûn revandin. Welatiyên ku hatibûn revandin tevî otobûsên wan ji Desteya Şerîî ya bajarokê El- Dana ya başûrê Idlibê ya di bin serweriya Cebhit El- Nusra de ye re hatibûn şandin.
Piştî destwerdana Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê hemû girtî serbest hatin berdan. Girtî îro gihiştin navenda Asayîşê ya navçeya Cindirêsê û her kes çûn malên xwe.
Çavkaniyekê ji Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê ragihand ku piştî destwerdana wan girtî serbest hatin berdan. Heman çavkaniyê ragihand ku otobîs û tirimpêlên ku rêwî tê de hatin girtin, hîna li bajarokê El- Dana ya Idlibê ragirtîne.
Çavkaniyê diyar kir otopîs û tirimpêlên ku li bajarê Danayê ragirtîne 5 otobîsên şîrketên ‘Henî Mon, Kelas, Şêrewayî, Mixtar û Hemreş’ in. Her wiha tirimpêlên ji cureyên bîkab, mîkro bas û teksiyekê ne.