Li Şengalê 28 jin û zarokên Êzidî rizgar bûn
Jin, zarok û extiyar 28 Êzidiyên yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtîbûn, rizgar bûn û xwe gihandin herêmên hêzên Kurdan lê ne.
Jin, zarok û extiyar 28 Êzidiyên yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtîbûn, rizgar bûn û xwe gihandin herêmên hêzên Kurdan lê ne.
Jin, zarok û extiyar 28 Êzidiyên yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtîbûn, rizgar bûn û xwe gihandin herêmên hêzên Kurdan lê ne. Di rizgarkirina dîlgirtiyan de, 2 gundiyên Ereb bûn alîkar.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, 28 jin, zarok û extiyarên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, rizgar bûn û li gundê Herdan ê Şengalê xwe gihandin hêzên Kurdan. Dîlgirtiyên li Tel Aferê dihatin ragirtin, bi rêya 2 Ereban hatin rizgarkirin.
Hat ragihandin ku şêniyên Ereb ên herêmê, dema çeteyên DAIŞ'ê amadekarî ji bo veguhastina Êzidiyên dîlgirtî dikirin, ew rizgar kirine.