Li ser rêya Amarayê rawestgeha dawî
Du baskên meşa Amarayê yên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê bi rê ketin gihîştin cihê wê bi şev lê bimînin.
Du baskên meşa Amarayê yên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê bi rê ketin gihîştin cihê wê bi şev lê bimînin.
Du baskên meşa Amarayê yên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê bi rê ketin gihîştin cihê wê bi şev lê bimînin.
Baskê sêyemîn ê ku ciwanan ji sînorê Kobanê dan destpêkirin jî ber bi gundê Almaşar ê li qûntarê çiyayê Aratê meşa xwe didomînin.
Bi sedan kesên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, “Ji Rêbertiyê re azadî” ber bi Amarayê ve ev 3 roj in dimeşin serê sibehê ji qûntarê çiyayê Aratê bi rê ketin û gihîştin Taxa Sorika navçeya Bêrecûkê.
Meşvanên ku 25 kîlometre meşiyan li navenda Bêrecûkê bi heybet hatin pêşwazîkirin û li qiraxa çemê Firatê ji bo xwarinê rawestiyan.

Piştî xwarinê hinek ji wan ji bo hênik bibin lingê xwe kirin ava Firatê hinek jî wan jî ligel westanê govend gerandin. Meşa ku bi sedan kesan dest pê kir piştî ku gihîşt Bîrecukê gelek kesên din jî tevli wan bûn. Di meşa ku azadiya Ocalan diqêrin de posterê Ocalan jî li keleha Bîrecukê kirin. Dema ku meşvan sekinîn jinan mendik û tuzik kom kirin û dan meşvanan. Meşvanên ku her çû hejmara wan zêde bû piştî ku 8 kîlometre meşiyan gihîştin Sorikê. Li vir xwarin hate xwarin û piştre jî derbasî konên xwe yên wê şev bimînin bûn. Baskê meşê wê sibê ber bi Xelfetiyê ve derkeve rê û piştî nîvro bigihîje navçeyê.
Baskê meşê ya ji Semsûrê derket rê jî meşvanên ji Hewagê ji duriyana gundê Samê bi dirûşman pêşwazî kirin û tevli meşvanên Amarayê bûn. Meşvan li ser riya Hewag û Xelfetiyê ji aliyê welatiyên gundên Sam, Qerecewêran, Curmus û Qosarê ve bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” ve hatin pêşwazîkirin. Li gundê Qerecewêranê jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn meşvan pêşwazîkirin, li gundê Qosarê jî bi def û zurneyan ve hatin pêşwazîkirin. Baskê meşê wê bi şev li gundê Arpetînê bimîne û li vir çûn serdana gora Mustafa Kurt (Nurhak Firat) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da.
Baskê sêyemîn ê meşê ya ku ji gundê Mehsera Pirsûsê ji aliyê meclîsên ciwanan ên HDP û DBP’ê ber bi Amarayê dane destpêkirin jî ber bi gundê Almaşarê ya li qontarê çiyayê Aratê meşa xwe didomînin.
Baskê çaremîn ê meşa Amarayê ya ji Dîlokê derketiye rê jî hate hinbûn ku wê li gundê Sorikê tevli baskê meşê ya ji Rihayê hatine bibin.