Konferansa Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû li Amedê destpê kir

Konferansa bi mijara "Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû" ya ji aliyê Baroya Amedê ve tê organîzekirin, destpê kir.

Konferansa bi mijara "Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû" ya ji aliyê Baroya Amedê ve tê organîzekirin, destpê kir. Di konferansa li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tevî hîndekarên ji gelek zanîngehê Tirkiyeyê û hiqûqnasan, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, parêzer û xwendekar amade bûn.

Axaftina vekirinê ya konferansa ku wê du rojan dewam bike, ji aliyê Elçî ve hat kirin. Elçî diyar kir ku ji bilî wesfên 'komarî', 'dewleta hiqûqa demokratîk', laîk û xwe dispêre pîvanên mafên mirovan, divê ti hukmên nikarin bên guhertin di Destûra Bingehîn a nû de tinebin. Elçî destnîşan kir, ku pêwîste pênaseya welatîbûnê jî dûrî têgîneke etnîkî be.

Elçî anî ziman ku konferans di çarçoveya çalakiyên 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran de tê lidarxistin û Roja Parêzeran li hemû parêzeran pîroz kir.

Elçî bibîr xist ku piştî demeke kurt wê partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzetên parlamenteriyê ava bikin û dest bi kampanya hilbijartinê bikin û diyar kir ku wan jî xwestine bi destpêkirina nîqaşên li ser 'pirsgirêka destûra bingehîn a nû' re tevkariyeke biçûk li vê mijarê bikin. Elçî got, "Weke ku tê zanîn, bi avabûna Komarê re, rengîniya çandî, zimanî, bawerî û etnîkî ya civaka Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatiye û hewl hatiye dayîn qadên aborî, civakî, çandî, perwerde û olî yên jiyanê li gorî têgihiştina yek qewm, yek ziman, yek çand û yek baweriyê were destnîşankirin. Di serî de pirsgirêka Kurd hemû dijderketin û pirsgirêkên civakî yên heta roja îro, ji ber vê têgihiştin û polîtîkaya şaş, derketine holê."

BEŞÊN DESTPÊKÊ YÊN DESTÛRA BINGEHÎN LI DIJÎ DEMOKRASIYA ROJA ÎRO NE

Elçî diyar kir ku ji beşên destpêkê heta yên dawiyê hemû hukmên destûra bingehîn a heyî, li dijî feraseta demokrasiya roja îro û rastiyên civakî ne û got, "Ji ber vê yekê, divê beşa destpêkê ya destûra bingehîn a nû, li gel destnîşankirina hemû neheqî û bêedaletiya dîrokî, divê xwe ji her şêwe referansên etnîkî, olî, îdeolojîk û çandî rizgar bike."

Elçî ragihand ku Tirkiye xwedî rewşeke civakî ya ji çand, ziman, bawerî û olên cuda ye û got, "Lewma; tevî ku zimanê Tirkî zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê ye, divê hemû zimanên din bi destûra bingehîn werin ewlekirin, li gorî pêwîstiyên civakê ev ziman di xizmeta cemaweriyê de werin bikaranîn û ji bo vê guhertinên pêwîst di destûra bingehîn de werin kirin."

Elçî destnîşan kir ku ji bilî wesfên 'komarî', 'dewleta hiqûqa demokratîk', laîk û xwe dispêre pîvanên mafên mirovan, divê ti hukmên nikarin bên guhertin di Destûra Bingehîn a nû de tinebin. 

Elçî her wiha da zanîn ku divê pênasekirina welatîbûnê hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê hembêz bike û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, di serî de ji bo Kurdan ji bo hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê bi destûra bingehîn were ewlekirin.

Li dû axaftina Elçî, bi moderatoriya Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Prof. Sevtap Yokûş, Doç. Levent Korkût li ser mijara 'Ji demên berê heta niha li Tirkiyeyê Lêgerînên Destûra Bingehîn a Nû' pêşkêşî kirin.

Konferansa ji aliyê Baroya Amedê ve tê lidarxistin, wê du rojan dewam bike.