Hêzên Asayîşa PDK'ê nehiştin cenazeyên 4 gerîlayan derbas bibin
Hêzên Asayîşa bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, cenazeyê gerîlayê HPG'ê yê Helepçeyî jî di nav de nehişt cenazeyên 4 gerîlayan derbas bibin.

Li gorî çavkaniyeke ji Rojnewsê re axivî û nexwest navê xwe aşkera bike, îro danê sibehê welatî çûn pêşwaziyê li cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên bi navê Mesûd Emer (Agirî Hewramî) yê ji Helebce, Ferîd ê ku paşnavê wî nehat zanîn, Sîbel Abo (Zîlan Piling) û Gûrbet Çiftçî (Bêrîvan Çarçela) ên ji rojavayê Kurdistanê anîbûn dergehê sînorê Sêmalka, birin navçeya Behdînan.
Cenazeyê Mesûd Emer bi rêya Dihokê ji bo Helepçeyê hat veguhestin û cenazeyê her sê gerîlayên din ên ji Bakurê Kurdistanê Zîlan, Bêrîvan û Ferîd wê ji bo bakûrê Kurdistanê hatibûna veguhestin.
Lê belê cenaze li nuqteya kontrolê ya ketina Zaxo, ji aliyê asayîş û hêzên zêrevanî yên PDK’ê ve hatin desteserkirin. Herwiha nêzî 7 otomobîl jî li gel wan bûn û hemû kesên di nav de jî hatine binçavkirin û ji bo cihekî ne diyar hatin şandin.
Heta niha jî cenazeyê hersê gêrîllayan di bin destê asayîşa PDK’ê de ne û sedema desteserkirina wan nayê zanîn.
Li gor agahdariyan hêzên PDK’ê gotinên xirab û bêrêzî li beramberî wan kirine.