NCDK-Arnhem kongreya xwe lidar xist
Di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Arnhemê de, biryar hat dayîn ku xebatên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê werin xurtkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li bajarê Hollanda Arnhemê kar dike, kongreya xwe ya 10. bi beşdariya bi zêdeyî sed Kurdistaniyan pêk anî.
Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî û xebatên salekê yên navendê hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku divê ruhê bi berxwedana Kobanê û Şengalê re derket holê, bandorê li hemû xebatên dema pêş bike.
'PÊŞEROJA GELAN WÊ WERE DIYARKIRIN'
Nûnerê KCD-E Şervan Çewlik di axaftina xwe ya li kongreyê de ragihand ku berxwedana destanî ya Kobanê têkoşîn derxistiye asteke nû û destketiyên girîng afirandiye.
Çewlik bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û anî ziman ku ev hilbijartin gelekî girîng e ji wê pêşeroja Kurdan û gelên din diyar bike.
Di encama nîqaşên li kongreyê de biryar hat dayîn ku xebatên ji bo hilbijartinan werin xurtkirin. Ji bo rêveberiya nû 39 kes û ji bo Hevserokatiyê jî Ela Oncu û Ahmet Can hatin hilbijartin.