Kampanya "Em ji Ameda xwe hez dikin, em bajarê xwe qirêj nakin"

Kampanya paqijiyê ya bi navê "Em ji Ameda xwe hez dikin, em bajarê xwe qirêj nakin" îro bi tevlîbûna hemû Hevşaredarên bajarê Amedê û navçeyan, destpê kir.

Kampanya paqijiyê ya bi navê "Em ji Ameda xwe hez dikin, em bajarê xwe qirêj nakin" îro bi tevlîbûna hemû Hevşaredarên bajarê Amedê û navçeyan, destpê kir.

Kampanyayê li axaftina Hevşaredar bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê destpê kir.

Piştî axaftinan hemû Hevşaredar tevî nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên bajêr, bi hev re li nava kolanên bajêr geriyan û broşurên li ser kampanyayê hatibûn amadekirin li welatî û dikandaran belav kirin.

Heşaredaran di çalakiyê de cil û bergên xebatkarên paqijiyê li xwe kirin û li gelek kolanên bajêr belavokên kampanyayê  belav kirin.

Wekî tê zanîn li Amedê hezar û 298 kedkarên paqijiyê hene. Bi 179 wesayitên paqijiyê li her kolanên bajêr digerin û paqij dikin.  Her roj 800 ton çopa bajêr didin hev û ji bo vî karî her sal 64 milyon TL. tê xerckirin.  Tevî ewqas derfetên zêde dîsa hin kêmasî di paqijiyê de tên dîtin. 

Di belavokan de weke şertê sereke yê ji bo serketina kampanyayê tê xwestin ku her kes çopa xwe di saeta wan de derxînin derve.

 

...