Gun TV dest bi weşana neteweyî kir
Kanala Kurdî Gun TV ku bi salan e li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê weşana herêmî dike, ji bo weşana Kurdî ya li ser peykê serî li RTUK’ê da û 1’ê Çile dest bi weşanê kir.
Kanala Kurdî Gun TV ku bi salan e li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê weşana herêmî dike, ji bo weşana Kurdî ya li ser peykê serî li RTUK’ê da û 1’ê Çile dest bi weşanê kir.
Kanala Kurdî Gun TV ku bi salan e li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê weşana herêmî dike, ji bo weşana Kurdî ya li ser peykê serî li RTUK’ê da û 1’ê Çile dest bi weşanê kir. Gun TV îro jî bi weşana xwe ya asayî kir.
Kanal televîzyonê Gun TV ku ji sala 2002'an ve, li Bakurê Kurdistanê weşana herêmî dikir, ji bo weşana Kurdî ya li ser peyka Turksatê, roja 1’ê Çile serî li Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) da û îro dest bi weşana xwe ya asayî kir. Gun TV îro saet 17:00'an bi weşana zindî ku pêşkêşvaniya wê şanogerên Kurd Rûgeş Kirici û Omer Şahîn dike, destpê kir.
Di bernameya vekirinê ya Gun TV de, wêneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ê ku beriya 3 mehan qeza kiribû û duh êvarê jiyana xwe ji dest da hate bikaranîn. Bername bi zimanên Kurdî û Tirkî hate pêşkêşkirin. Di nava bernameya zindî de hevpeyvînên bi gel ên têkildarî Gun TV tên weşandin.
Resepsiyona vekirina televîzyona Gun TV wê saet 18:00'an, li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn a Amedê bê lidarixstin û wê ev resepsiyon bi awayekî zindî bê weşandin.
Gun TV ku beriya salan dest bi weşana herêmî kiribû li rastî gelek êrîş û zextan hatibû, gelek cezayên giran girt û gelek nûçegihanên wê hatin girtin. Li dijî hemû zextan Gun TV hedefa xwe ya çapemeniyê mezin kir û roja 1’ê Çileya 2015'an dest bi weşana test a li ser peykê kir.