Ji bo avakirina Kobanê bang
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ji bo konferansa ku wê ji bo avakirina Kobanê li Amedê pêk bê bang kir û destnîşan kir ku ew hêvîdar in ev konferans ji vekirina korîdoreke mirovî re bibe wesîle.

Ji bo konferansa avakirina Kobanê ya ku wê di 2-3’ê Gulanê de bi dirûşma, ‘Ji bo Kobanê tu jî tuxlayekê deyne’ pêk bê bang hat kirin. Banga li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat de tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat
Anli, rêveberên Odeya Bazirganî û Sanayiyê, Desteya Koordînasyona TMMOB’ê, Baro, Odeya Tabîban, Komeleya Rojava, ÎHD, KJA û KCD’ê beşdar bûn. Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Firat Anli got ku wê konferans di avakirina Kobanê de rolek girîng bilîze.
Anli da xuyakirin ku sê aliyê Kobanê hîna ji aliyê DAIŞ’ê ve dorpêçkiriye û got gelê Kurd bi têkoşîneke mezin, ji bo parastina gel û mirovahiyê bedel dane.
Anli bi lêv kir ku bi dirûşmeya ‘Ji bo Kobanê tu jî tuxleyekê dane’ li Amedê konferansekê pêk tînin û got: “Ji bo em berpirsyariya xwe ya li dijî Kobanê bînin cih emê di 2-3’ê Gulanê de konferansekê pêk bînin. Li ser daxwaza Kantona Kobanê, konferans ji aliyê şaredariya bajarê mezin a Amedê, odeya sanayî û bazirganiyê, TMMOB, Odeya Tabîban, Komeleya Rojava, ÎHD, KJA û KCD’ê ve tê organîzekirin.”
Anli destnîşan kir ku xebatên têkildarî konferansê de ji îro şûnde destpê dikin û got: “Ji çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 sazî û şexsiyet beşdar dibin. Ji bo amadekariya konferansê li şaredariyê ofîsa daîmî hatiye avakirin. Ofîs ji îro şûnde dest bi xebatan dike. “
DAXWAZA KORÎDORA MIROVÎ
Anli got ku di konferansê de wê raporên têkildarî avakirina Kobanê de bên parvekirin, nîqaşên wê çawa bê organîzekirin bêkirin, biryar bên girtin û di avakirina Kobanê de rolek girîng bigirin ser xwe. Her wiha Anli da zanîn ku her sê aliyên Kobanê hîna ji aliyê DAIŞ’ê ve dorpêçkiriye û bila ev konferans bibe wesîleya vekirina korîdoreke mirovî.