Cenazeyên şervanên Kurd ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Li Silopiya cenazeyên gerîlayên YJA-STAR'ê yên li Şengalê û şervanê YPG'ê Ciwan Sayar (Canfeda Dêrik) ku i Til Temirê jiyana xwe ji dest dane bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Li Silopiya cenazeyên gerîlayên YJA-STAR'ê yên li Şengalê û şervanê YPG'ê Ciwan Sayar (Canfeda Dêrik) ku i Til Temirê jiyana xwe ji dest dane bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Li Silopiya cenazeyên gerîlayên YJA-STAR'ê Sîbel Abo (Zîlan Piling), Gurbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ku 2'ê Nîsanê li Şengalê û şervanê YPG'ê Ciwan Sayar (Canfeda Dêrik) ku 8'ê Adarê li Til Temirê di şerê bi DAIŞ'ê re jiyana xwe ji dest dane bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, cenazeyên gerîlayên YJA-STAR'ê Sîbel Abo (Zîlan Piling), Gurbet Çîftçî (Bêrîvan Çarçela) ku 2'ê Nîsanê li Şengalê û şervanê YPG'ê Ciwan Sayar (Canfeda Dêrîk) ku 8'ê Adarê li Til Temirê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku endamên MEYA-DER'ê û malbatan cenaze ji Deriyê Sînor ê Xabûrê wergirtin, li gel Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerîm Erdem, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserokên DBP û HDP'ê, endamên MEYA-DER'ê yên Şirnex, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û sedan welatiyan ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.
Piştre cenazeyên her sê şervanan li gel karwanek ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi navenda bajêr ve ket rê, dema cenaze gihiştin bajaroka Tilqebîn-Wehsit û Taxa Avaşîn bi sedan welatî derketin ser Rêya Îpekê û bi dirûşman, çepik û tilîliyan karwanê cenazeyên pêşwazî kir.
LEŞKERAN ÊRÎŞÎ KARWANÊ CENAZE KIRIN
Dema konvoy gehişt navenda bajêr ji aliyê leşkerên Fermandariya Jendermeyan a Silopiya ve bi guleyên plastîk êrîş pêk hat û di encamê de xizma gerîlaya YJA-STAR'ê Abo, Delîla Abo ji serê xwe birîndar bû, piştî ku li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya Abo hat dermankirin, ew taburci kirin.
Piştî ku cenazeyê şervanên YJA-STAR û YPG'ê anîn navenda bajêr ji bo pêş otopsiya ji aliyê Dozgeriya Silopiya ve were kirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Cenazeyên gerîlayên YJA-STAR'ê Abo û Çiftçi, jinan û cenazeyê Şervanê YPG'ê Sayar jî ciwanan hilda ser milê xwe û di nav tilîlî û dirûşma, "Şehîd namirin" birin hundirê nexweşxaneyê.
Piştî ku ji aliyê Dozgeriya Silopiya ve pêş otopsî hate kirin bi sedan welatî ketin pêşiya wesayîtên cenazeyan û heya Rêya Îpekê meşiyan. Dema cenazeyên her sê şervanan li gel sedan welatiyên gihiştin ser Rêya Îpekê li vir ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn û bi "Çerxa Şoreşê" ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve hatin oxirkirin.
Hate zanîn ku piştî otopsiya li Tiba Edlî ya Amedê, wê cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Abo li Wanê, cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Çiftçi li Colemêrgê û cenazeyê şervanê YPG'ê Sayar li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bispêrin axê.