Nasnameya 5 cangoriyên YPG'ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Êrîşên komên çete li bajarên cuda li hemberî berxwedaniya bêhempa ya yekîneyên me ku bi îradeke mezin di çeperên şer nîşan didin, têk diçin.
Di berxwedaniya bêhempa ya yekîneyên me li Kantona Cizîrê de, 5 şervanên me bi qehremantî û lehengiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin."
NASNAMEYA CANGORIYAN

Hîwa Ehmed bi nasnav Berxwedan Germiyan, li Germiyanê ji dayik bû, di 19'ê Îlona 2013'an de li gundê Til Îd ê Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da.

Sara Mamedî bi nasnav Darsîn Şoreş, li Selmasê ji dayik bû, di 9'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Mebrûka yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.

Aydil Osê bi nasnav Serhed Botan, li Rimêlanê ji dayik bû, di 3'ê Nîsana 2015'an de li Girkê Legê jiyana xwe ji dest da.

Ciwan Sarya bi nasnav Fedekar Dêrik, li Mêrdînê ji dayik bû, di 8'ê Adara 2015'an de li Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Ebdulselam El Etiya bi nasnav Kamûran Til Temir, li Til Temirê ji dayik bû, di 3'ê Nîsana 2014'an de li gundê Um Elkêf ê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.