'2015 bila bibe sala azadiya Rêbertiyê'

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan gerîlayî ve hat pîrozkirin.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê bi sedan gerîlayî ve hat pîrozkirin. 

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyê, hêzên gerîla ji sibehê ve hatin qada pîrozbahiyê. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Dûre endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhed der heqê wate û girîngiya rojê de axivî.

Ronahî Serhed rojbûna Ocalan weke rojbûn jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd pênase kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hilhatina Rojhilata Navîn e. Bi pêşketina têkoşîna û dayîna berdêlan re, wateya rojbûna Rêbertiyê ji bo mirovahiyê, bêhtir hat fêmkirin. Bi ked û têkoşîna xwe re ev yek waedar kir. Di rêveçûna dîrokê de kesayetên bi vî rengî zêde dernakevin."

Serhed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna xwe bi sê qonaxan dinirxîne û got, "Bê guman mirov bi vê cîhanê re dibin yek, lê belê dema hebûn û jiyana xwe diyarî civakê dike û naveroka wê dadigire, wê demê watedar dibe. Rêbertî jî ji zarokatiya axwe heta niha ve li ser wateyê rawestiya. Wate ne tenê jiyîn e, çawaniya jiyînê ye. Ji bo vê têkoşiya. Têkoşîna xwe ya bingehîn li hemberî mercên ji dayik bûnê da, îsyana xwe ya destpêkê li hemberî yên dor lê girtine, li hemberî kevneperestî, têkiliyên bêesil ê civakê, li hemberî doktirîna dê, bav û van hemûyan da. Eger lêgerîn û cesaretek di vê astê de nebûya, dibe ku romaneke bi vî rengî ya lehengiyê nehatibûya nivîsandin."

'ROJBÛNA DUYEMÎN AVABÛNA PKK'Ê YE'

Ronahî Serhed da xuyakirin ku rojbûna duyemîn jî bi avabûna PKK'ê re pêk hatiye û anî ziman ku mirov ne li bendê bû ku PKK bandor û veguherîneke ewçend mezin bike. Ronahî Serhed axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Lê belê Rêbertî, ji bo jiyana her kesî ev yek gav bi gav watedar kir. Ji ber vê yekê, di nava vê şoreşê de ne tenê Kurd bûn xwedî par. Ji ber ku ji destpêkê ve bername, felsefe û nêrînên azad ên Rêbertiyê, her kes ber bi aliyê xwe ve kişand. Mirovan di nava van nêrînan de tiştekî xwe dîtin. Ji ber vê yekê rastiya Rêbertiyê rastiya jiyana me ye, rastiya dîroka me ye. Pîvana tevahiya mirovahiyê ye. Eger Rêberî her kes ber bi azadî û têkoşînê ve kişandiye, sedema vê ew e ku xwe bi heybetî ava kiriye, azad kiriye û bi vî rengî karekî bi heybet meşandiye."

Serhed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta azadiya jinê weke garantiya têkoşînê destnîşan kiriye, dîroka qirêj a 5000 salên dawî lêkolîn û rexne kiriye û got, "Ji vê jî hesap xwest. Dizî, derew, êrîş, dagirkerî, mêtîngerî û qirkirin di tevahiya vê dîroka desthilatdar de bûne belayê serê mirovahiyê. Lewma eger tê xwestin guhertineke bingehîn were kirin, bê guman ev yek wê vegera li çanda Xwedawendiyê, civaka gund a çandiniyê û çanda mirovahiyê be."

Serhed di dewama axaftina xwe de gotina 'Mirovahiyê li ku winda kiribe bi vegera li wir dikare ji nû ve qezenç bike' ya Ocalan bibîr xist û got, "Mirovahiyê li ku winda kir? Êrîşa bingehîn li hemberî jinê hat kirin. Çanda Xwedawendiyê hat tarûmarkirin. Ji bo berjewendiyên serdestan, li ser navê zanistî, ol û feslefeyê, civak hat xapandin. Çîroka koledariyê bi vî rengî destpê kir. Mirovahiyê bi kolekirina jinê re winda kir. Eger mirovahî dixwaze ji nû ve bi bedewî, azad û wekhev bijî, pêşengiya vê yekê bê guman wê şoreş û azadiya jinê bike. Rêbertî rojbûna sêyemîn jî li ser paradîgmaya nû ava kir. Pêşengiya vê jî jin û gelê Kurd dike. Di 4'ê Nîsanê de diyariya ku divê em bidin Rêbertiyê, bi coşeke mezin bicihanîna Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn e.  Her wiha mezinkirina şoreşa jinê li Rojhilata Navîn e. Em weke milîtanên te, rojbûna te weke yekîtiya di xeta te de, helandina xwe di rastiya te de, fêmkirina paradîgmaya te, guherî û veguherîna xwe, watedayîna xwe ji nû ve avakirinê û tevlîbûna li rastiya te, fêm dikin."

'BILA 2015 BIBE SALA AZADIYA RÊBERTIYÊ'

Serhed diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerekî dijwar diqewime û anî ziman ku hewl tê dayîn ev der li Kurdan û gelên din bikin dojeh. Serhed got, "Lê belê ev der bihuşteke ku Kurdan bi çanda Xwedawendiyê ya Mezopotamyayê afirandine. Ti kes nikare bi nêrînên xwe yên dojehê re, bihuşta Rojhilata Navîn tarî bike. Rêbertî ev bihuşt di sedsala 20'an de ava kir. Hemû parçeyên Kurdistanê jî ev bihuşt nas kirin, fêm kirin û derbasî çalakiyê bûn. Divê ev yek tenê di çarçoveya Kurdan de neyê nirxandin. Hêviya tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê êdî di şoreşa Kurdistanê de ye."

Serhed axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Em ê hemû nirxên li Rojhilata Navîn hatine binpêkirin ji nû ve veguherînin û biafirînin. Weke milîtanan sala 2015'an em dikarin ancax bi azadiya Rêbertiyê pîroz bikin. Em ê pêşengiyê ji vê re bikin. Ev yek bi berdêleke mezin be jî, em vê rastiyê li Rojava nîşan didin. Bê guman heman mercên şer em dikarin li Îran û Tirkiyeyê jî bijîn. Lê belê bi tecrûbe û derfetên xwe yên mezin re em ê astengiyan nas nekin. Ji ber vê yekê bila sala 2015'an bibe sala azadiya Rêbertiyê. Bila bibe sala azadiya jinê. Bila bibe sala azadiya gelê Kurd. Bila bibe sala azadiya gelên Rojhilata Navîn. Li ser vê bingehê rojbûna Rêbertiyê pîroz be, pîroz be, pîroz be."

Pîrozbahî, bi çandina şitlê daran dewam kir. Gerîlayan bi hesasiyet û coşeke mezin şitil çandin. Piştre jî govend hat gerandin û pîrozbahiyê heta saetên dereng dewam kir.

 

...