YPG'ê nasnameya 4 cangoriyên xwe aşkera kir

Nasnameya 3 şervanên YPG'ê û şervaneke YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat aşkerakirin.

Nasnameya 3 şervanên YPG'ê û şervaneke YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat aşkerakirin.

Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin:

"Di berxwedana bêhempa ya yekîneyên me ya li Kantona Kobanê 4 şervanên me bi lehengî û qehremaniyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza xwe bi şehîdan re nû dikin û dibêjin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser doza wan bimeşin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin."

NASNEMEYA CANGORIYAN

Talat Ayhan bi nasnav Zinar Kobanê, li Sêrtê ji dayik bû, di 7'ê Kanûna 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Serhildan Bagok, di meha Cotmeha 2014'an de li Sûkul Hal / Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Merwan Ehmed Îmam bi nasnav Merwan, li Mezre Daûd ji dayik bû, di 9'ê Îlona 2014'an de li gundê Qum Cok ê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Fatîma Mumed bi nasnav Leyla Kendal, li gundê Kendal ê Kobanê ji dayik bû, di 29'ê Îlona 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.