Li Qendîlê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Li çiyayên Kurdistanê bi sedan gerîla li hev kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li çiyayên Kurdistanê bi sedan gerîla li hev kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li çiyayên Kurdistanê bi sedan gerîla li hev kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Bi sedan gerîlayên li hev civiyan, bi şêniyên wargeha Mexmûrê re şitlê daran çandin. Dûre ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros li vê derê li ser wateya rojê axaftineke kurt kir.
Zagros rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Îsyana di 7 salî de li Amara destpê kir, roj bi roj mezin bû û li cîhanê belav dibe. Rojbûna Rêber Apo ji bo mirovahiyê tê wateya mîladeke nû. Rêber Apo ku ji bo mirovahiyê hêviya jiyaneke nû ye, di jiyana xwe ya 66 salan de nirx, çand û dîroka mirovahiyê bicih kiriye. Parêzvaniya gelekî bi tinebûnê re rû bi rû bû kir û bi vî rengî pêşî li serberjêriya vî gelî girt û vejîna civakî pêk anî. Gelê Kurd ê ji tinebûnê rizgar bû, ji bo gelên cîhanê îro bûye sembola têkoşîna vejînê. Di roja îro de ti hêz êdî nikare hebûna gelê Kurd înkar bike. Ji ber ku rastiya gelekî hişyarbûyî li holê ye. Bi vê hişyariyê re gelê Kurd wê bi pêşengiya mîmarê jiyana azad Rêber Apo re jiyana xwe ya azad ava bike."
Hacer Zagros ragihand ku di avakirina jiyana nû de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê wan û got, "Wezîfeya dikeve ser milê me milîtanên Apoyî jî ew e ku bi yek ruh û yek dilî re em li dora Rêber Apo bibin xelek, mercên dîlgirtinê ji holê rakin û hevdîtina mezin a bi gel re pêk bînin. Ev yek êdî ne xeyaleke, rastiyeke ku di her kêliyê de dikare bicih bê anîn. Bang li her kesî dikim ku di vê meşa heqîqetê de bibin yek, vê roja rojbûna azadiyê careke din li hemû rêheval û mirovahiyê pîroz dikim."
Li dû axaftina Zagros Koma Penaber, Dilo Dogan û Hamîd Diyana derketin ser dikê. Gerîlayan di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriyan û bi gerandina govendê dawî li pîrozbahiyê anîn.