Şer û pevçûnên li rojavayê kantona Cizîrê didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê berxwedana hêzên YPG’ê li eniya berxwedanê ya rojavayê herêma Cizîrê de diyar kir ku di encama pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 17 çete hatine kuştin û wesayîteke wan a doçka li ser jî hatiye rûxandin.

Di daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Pevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan de li eniya rojavayê Kantona Cizîrê berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li nêzîkî gundê Menacîr ê giredayî Til Temirê li hemberî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku Girê Fattûn a di destê çeteyan de bû hat hedefgirtin,  pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de hêzên me Girê Fattûnê rizgar kirin. Di heman pevçûnan de li vê qadê bi qasî hat zelalkirin 16 çete hatin kuştin. Her wiha wesayîtek ku doçkeya 14,5mm li ser hatibû barkirin hate rûxandin. Hêzên me li vir tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 4 roketavêja B7, 4 kleş, 3 BKC û gellek cebilxaneya van çekan.

Her wiha hêzên me li gundê Til Xenzîr ê giredayî Serêkaniyê jî li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek hate kuştin.”