Li Roboskî dorpêça leşkeran didome
Li Roboskî piştî komkujiya hêstiran a duh bi şev careke din pêk hat, dorpêça leşkeran hê didome. Gundiyên bi gumanên komkujiyên nû rû bidin, diyar kirin ku neçar in bazirganiya sînor bikin.

Li Roboskiya ku 34 mirov bi bombardûmana artêşa Tirk hatin qetilkirin, hêstirên ku gundî di bazirganiya sînor de bikar tînin careke din bûn hedefa dewletê.
Li gor Agahiyên ji Velî Encu yê li Roboskî ye hatin wergirtin, komkujî duh bi şev saet di navbera 19.00-23.00’an de rû da. Leşkeran gelê bazirganiya sînor dikirin gulebaran kirin. Gel ku di nav panîkê de reviya, nêzî 8 hêstir ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Danê sibehê jî hêstirek ji aliyê leşkeran ve hat kuştin.
Rojên buhrî jî bi gulebarana leşkeran re hêstirên gundiyan hatibûn kuştin.
Gel danê sibehê li cihê komkujî pêk hatiye kom bû.
Encu bal kişand ser hêrsa gel a zêde bûye û got, "Berî niha bi çend rojan, dîsa ji bo hêstirên me yên hatibûn kuştin me li sînor edalet xwest. Ji wê rojê ve ji kesên dewletê bi rê ve dibin û rayedaran daxuyaniyek jî nehat.”
Cihê hêstir hatine kuştin ji aliyê leşkeran ve ku hatiye dorpêçkirin, leşkeran rêyên gund jî girtin.
'DIBE KU KOMKUJIYÊN NÛ PÊK BÊN'
Encu bal kişand ku dorpêça li gund hê jî didome û got, "Rêya diçe goristanê jî ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Danê sibehê 2 xizmên me yên wek her demê ji bo sewalvaniyê diçûn mezraya Zewiya, rastî kontrola nasnameyan û pirsan hatin.”
Encu da xuyakirin ku ji ber çêbûna komkujiyên nû bi guman in û wiha dewam kir: “Gelê li vir, neçar e bazirganiya sînor bike. Wekî din ti çavkaniyeke debarê tine ye.”
Cihê ku komkujiyê lê rû da, mezraya Zewiya ye ya sala 1993’an gel neçar ma vala bike. Li vê mezraya girêdayî Roboskî gel bi sewalvaniyê debara xwe dike. Mezra du kîlometreyan dûrî sînor e.