'Sîstema kantonê azadiya li dijî kapîtalîzmê ye'

Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî di konferansa 2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2 de axivî û diyar kir ku ji bo gel bikarin jiyaneke azad bijîn hewl didin sîstema kantonan ava bikin.

2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst  a ku roja Înê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê destpê kir berdewam dike. Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî di vê rûniştê de axivî û diyar kir ku ji bo gel bikarin jiyaneke azad bijîn hewl didin sîstema kantonan ava bikin. Ev sîstem sîstemeke li dijî kapîtalîst e.”

2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst  ku ji aliyê pêkhateya “Network for an Alternative Quest” (Tora Lêgerîna Alternatîf” ku ji tevî Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî gelek saziyên Kurd û Elman ve hate lidarxistin, Rûniştina roja sêyemîn a konferansê bi sernava “Dersên ku divê ji Pratîkên Alternatîf bên derxistin” destpê kir. Di roja sêyemîn de berdewam dike.  Rûniştina roja sêyemîn a konferansê bi sernava “Dersên ku divê ji Pratîkên Alternatîf bên derxistin” destpê kir.

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ LI DIJÎ SÎSTEMA ME BÛ’

Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî di rûştinê de axivî   û kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Ebdî bal kişand ser mijarên aborî, civak û dîroka Kbaonê û got: “Beriya êrîşan me hewl da ku sîstemekê ku ji komînan pêk tên ava bikin. Ji ber ku li Kobanê di warê erdnîgariyê de cihekî biçûk e. Me komunên gundan ava kir, jin û ciwanan ji bo sîstemeke federal dest bi perwerdeyê kirin. Li vê derê derdora me bi Ereban hatibû dorpêçkirin.  Hema bêje me hewl da di hawireke wiha de jiyaneke nû ava bikin. Lê çeteyên DAIŞ’ê, hêzên rejîmê û hêzên mêtinger dest bi êrîşên li hemberî vê sîstema me kirin. Kobanê bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê. 6 mehan Kobanê li hemberî çeteyan berxwedaneke bêbempa meşand, bû sembola hemû cîhanê.”

Mustefa Ebdî diyar kir ku li Rojava gelek gel û komên cuda li Rojava dijîn û wiha domand: “Ji bo ev gel û komên cuda bikarin bi hev re  jiyaneke azad bijîn, me sîstema kantonan ava kir. Li gorî me ev sîstem sîstema li dijî kapîtalîzmê ye û sîstemek azadîxwaz e. Li herêmeke evqas feodal û tevlîhev sîstemek wiha dikare bibe çareserî. Ji bo ev sîstem were pêkanîn em li tevahiya Rojava hewl didin.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ BERFIREHKIRIN’

Dimitrios Roussopoulos ku weke axaftvan tevlî konferansê bû, di axaftina xwe de Davusê rexne kir. Roussopoulos diyar kir ku çend mirovên bê exlaq li Davosê li hev kom dibin û hewl didin berê aboriya cîhanê biguherînin û wiha domand: “Lê li hemberî vê yekê  formên civakî yên cîhanê tên lidarxistin. Ez beriya çend rojan ji wê derê hatim. Bi beşdariya 45 hezar kesan, bi platformên gotûbêjkirinan hewl didin ku çareserî ji krîzan re bibînin. Bawer bikin em ne bi tenê ne, bi hezaran kes li cîhanê ji bo vê yekê têdikoşin. Tevgera Azadiya Kurdan jî di navenda vê berxwedanê de ye. Ji ber ku pratîk û teoriya xwe dike yek. Desthilatiya rasteqîn li kolanan e, divê em vê yekê bizanin

Roussopoulos, da zanîn ku wê sîstema kapîtalîst bi têkolînê hilweşe û bi sînevîzyonekê  têkoşîna ciwanan li hemberî bêedaletiya  civakî ya li welatên Latîn Amerîkayê nîşan da û destnîşan kir ku divê têkoşîn li seranserê cîhanê belav bibe.

‘ME LI EFRÎKAYA BAŞÛR EDALETÊ BINECIH NEKIR’

Ji rêberên Partiya Komunîst a Efrîkaya Başûr Alex Mohubetswane Mashilo jî peyama partiya xwe ya ji bo gelê Kurd ragihand. Mashilo got: “Hevalê Abdullah Ocalan dostê rêberê me Nelson Mandela bû” û wiha domand : “Li Efrîkaya Başûr têkoşîna ji bo sosyalîzmê berdewam dike, divê sîstemeke pêwar a dadê bê binecihkirin.”

Alex Mohubetswane Mashilo axaftina xwe wiha domand: “Konfederalîzma demokratîk ji bo me girîng e. Li wê derê Çînî, Hindistanî jî diçîn. Ji  bo me hemû jî reş in. Ji ber ku hemû bindest reş in, li gorî me.” Alex Mohubetswane Mashilo di axaftina xwe de bal kişand ser pirgirêkên di nava partiya xwe de û gelek pirsgirêk hene, hinek ji vana nayên dîtin, hinek jî hêza çareseriyê tune ye, ji sala 1994’ê ve hemû dewlemendiyên welêt ketin destê kapîtalîstan.

Rojnamevan Necîbe Qeredaxî axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Başûrê Kurdistanê. Qeredaxî diyar kir ku li herêmê sîstemeke ne demokratîk heye û bal kişand ku gelek azadî hatine sînordarkirin.

 

...