Li qada şer radyovanek
Bi çeka li milê xwe, li qadên şer bernameyê çêdike. Dema Şoreşa Rojava destpê kir, ciwanek bû. Bi bayê şoreşê mezin bû û niha ji bo bibe dengê şoreşê, li qadên herî germ ên şoreşê, wezîfeyê dike.
Bi çeka li milê xwe, li qadên şer bernameyê çêdike. Dema Şoreşa Rojava destpê kir, ciwanek bû. Bi bayê şoreşê mezin bû û niha ji bo bibe dengê şoreşê, li qadên herî germ ên şoreşê, wezîfeyê dike.
Bi çeka li milê xwe, li qadên şer bernameyê çêdike. Dema Şoreşa Rojava destpê kir, ciwanek bû. Bi bayê şoreşê mezin bû û niha ji bo bibe dengê şoreşê, li qadên herî germ ên şoreşê, wezîfeyê dike.
Li Til Temirê, her kes bi ruhê seferberiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Di berxwedana Til Temirê de ku ji her temen û pîşeyî mirov tê de cih digirin, bi çeka xwe ya ji kembera spî bala me kişandibû. Navê wî Şiyar e. Ji ber ku bi eslê xwe ji Til Temirê ye, ji yên lê dipirsin re dibêje navê wî Şiyar Til Temir e.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibatê de bi çekên giran û desteka hêzên derve ket nava hewldana dagirkeriyê, bi sedan ciwanên Kurd, Suryanî û Ereb gotin 'rûmet soz e em ê soza xwe nedin binpêkirin' û berê xwe dan eniyê. Taybetmendiya Şiyar Til Temir a ji mirovên din cudatir ew e, ku karê radyo dimeşîne.
'EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ GELAN'
Şiyar Til Temir hînê 20 salî ye û bi beriya demeke kurt dest bi radyovaniyê kiriye. Ew dibêje; dixwaze bibe dengê gelê xwe, dengê gelên Rojava û li qadên herî dijwar û germ ên şer, bernameyan çêdike. Jê dipirsim ku çeka li mil û pîşeyê wî li hev dike yan na? Bi nêrîneek xemgîn dibêje "Ji bilî berxwedanê ti rê ji me re nahêlin."
Çîroka jiyana Şiyar ê ku dibêje çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hemû nirxên mirovahiyê dike, dişibe mirovên din ên li qada berxwedanê. Kekê wî Kawa Bakur bi navê xwe yê di nava YPG'ê de Mahîr, di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Dibêje ku ji malbata wî gelek kes di parastina cewherî û xebatên saziyî de cih digirin.
Şiyar Til Temir diyar dike ku weke Radyoya Cûdî ew dixwazin bibin dengê gelan û dibêje, "Ji 23'ê Sibatê dema êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temirê û vir ve, em bi awayekî rêk û pêk tên qada şer û bernameyan çêdikin." Şiyar Til Temir bi wesîleya 4'ê Nîsanê li çeperên li dijî çeteyan, bi şervanan re bernameyê çêdike.
Xebatkarê Radyoya Cûdî Şiyar Til Temir dibêje, "Çeteyan beriya niha li Serêkaniyê, li Kobanê êrîş kirin. Çawa ku ji wir hatin qewirandin, çawa ku li Til Hemîs û Til Berakê hatin têkbirin, wê li Til Temirê jî têk biçin û bên qewirandin. Yek jî hîmên bingehîn ê şerê niha tê meşandin, çapemenî ye. Em weke Radyoya Cûdî dixwazin berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Çete dema êrîş dikin hemû ol, çand û etnîkan hedef digirin. Em jî li dijî van êrîşên dijmin, ji bo bibin dengê hemû gelên li Cizîrê dijîn dixebitin. Em cih didin nêrîn û pêşniyarên gel. Ji xwe taybetmendiya me ew e ku em girîngiyê didin nirxên çandî yên hemû gelan."
'HALÎL DAG DI ŞOREŞA ROJAVA DE DIJÎ'
Şiyar Til Temir anî ziman ku ew salvegera ji destdayîna jiyana derhêner Halîl Dag li qadên şer pêşwazî dikin û ragihand, ku Dag ji bo bibe zimanê hêviyên gelekî ketiye ser rê û bi vê armancê çiya bi çiya, daye dû gerîla. Şiyar Til Temir destnîşan dike ku ew ji kevneşopiyeke bi vî rengî tên û Dag li mewziyên şer bibîr tînin.
Dema min kevnikê spî yê li çeka Şiyar Til Temir dît, Halîl Dag destpêkê hatibû bîra min. Halîl Dag, di şeva tarî de ji bo karibe gerîla bişopîne kevnekî spî bi çenteyê gerîlayê li pêş xwe ve girê dida. Şiyar Til Temir diayr dike ku Halîl Dag û cangoriyên çapemeniya azad di Şoreşa Rojava de tên jiyîn.
Gotina Şiyar a "Çete hatin Serêkaniyê, Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê, lê belê neçar man biçin" mîna ku pêşeroja şerê Til Temirê vedigot. Di roja 40. a şer de li Til Temirê çeteyên DAIŞ'ê her derban dixwin.