Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê endamên NCDK ve tê meşandin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya 147. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endam û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Amsterdamê ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya 147. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endam û rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Amsterdamê ve tê meşandin.

Çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê, ku roja 1008. li û xwe hişt, endamên Federasyona Komeleyên Elewiyan duh bi daxuyaniyekê radestî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê kirin.

Ji berdevkê komê Engîn Yûrtsever da xuyakirin ku gelek têkoşînên azadiyê yên cîhanê di kesayetiya partî yan jî Rêberekî de şênber bûye û got, "Têkoşîna gelê me jî di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şênber bûye. Lewma armanca çalakiya me azadiya Ocalan e."

'DIVÊ ÊDÎ TÊKOŞÎNA KURDAN MÎNA TERORÊ NEYÊ NIRXANDIN'

Yûrtsever diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd li demeke dirêj belav bûye û rexne kir ku têkoşîna Kurdan di çarçoveya 'terorê' de tê nirxandin. Berdevkê komê, çalakiyên terorî yên çeteyên DAIŞ'ê bibîr xist û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yekane hêza pêşî li van çeteyan girtî ye.

Komê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

'SEROKÊ ME NEBE, AZADÎ NABE'

Xanim Şahîndal a ku cara duyemîn beşdarî çalakiyê dibe, helwesta 'ker-kor' a welatên cîhanê ya li hemberî Kurdan rexne kir û got, "Em hewl didin rewşa xwe ji tevahiya cîhanê re vebêjin û bawerim me bi têrkerî vegotine. Lê belê cîhan ker û kor e. Ne me dibihîze ne jî dibîne. Em ji bo azadkirina Serokê xwe li vir in û bêyî Serokê me ji xwe azadî nabe. Em ê Serokê xwe azad bikin."

BANGA DESTEKKIRINA HDP'Ê

Çalakgereke din a jin Meryem Can jî bibîr xist ku çalakî kêm maye sala xwe ya sêyemîn temam bike û bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê. Can anî ziman ku ew ji Dêrsimê ye û got, "Weke jineke Dêrsimî vê bangê li Dêrsimiyan dikim; Em dengê xwe bidin HDP'ê. Ev ji bo me gelekî girîng e. Bang dikim ku di vî warî de her kes hişyar be."

'RUHÊ DIJÎ, MEJIYÊ DIFIKIRE Û ZIMANÊ DIAXIVE YÊ KURDAN E'

Ji çalakgeran Keko Kûtlûbay jî ragihand ku ew serbilind e ji ber di nava çalakiyeke bi vî rengî de cih digire û got, "Birêz Ocalan ê ku 15 sal in dîl tê girtin, ruhê dijî, mejiyê difikire û zimanê diaxive yê Kurdan e. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan azad nebe, bila azadî li me heram be."

Çalakiya Nobedê ya 'Ji Ocalan re Azadî', ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber her roj dewam dike. Heta niha 147 kom tevlî çalakiyê bûne û bi sed hezaran belavok hatine belavkirin.

 

...