KCD: Cejna Paskalya pîroz be

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cejna Paskalya ya cîhana Xiristiyanan pîroz kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cejna Paskalya ya cîhana Xiristiyanan pîroz kir.

Di daxuyaniya KCD'ê de hat gotin, "Xaka Mezopotamyayê ku bi hezaran salan ji hemû ol, çand û baweriyan re bûye dergûş, bûye cih û warê biratî û xweşbîniya gel û baweriyan.

Felsefeya jiyana bi hev re ya gel, bawerî û çandan ku li xaka Mezopotamyayê ji nû ve şîn dibe, garantiya bingehîn a jiyana bi hev re û biratiya hemû baweriyan e.

Bi baweriya ku Cejna Paskalya ya ku cîhana Xiristiyan îro bi coşeke mezin pîroz dike bibe wesîleya xurtkirina yekîtî û biratiya navbera gel û baweriyan, em cejna Paskalya ya cîhana Xiristiyanan ji dil û can pîroz dikin."