Artêşa Tirk dixwaze hêzên gerîla bikişîne nava şer

Hat ragihandin ku kemînên artêşa Tirk û hewldanên ji bo kişandina nava şer a hêzên gerîla, zêde bûne.

Hat ragihandin ku kemînên artêşa Tirk û hewldanên ji bo kişandina nava şer a hêzên gerîla, zêde bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku kemînên artêşa Tirk zêde bûne û artêş hewl dide hêzên gerîla bikişîne nava şer

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de ev agahî hatin dayîn:

"Ji 30'ê Adarê û pê ve li bejahiya gundên Dengiza û Evîna yên navçeya Mêrdîn Stewrê, artêşa Tirk a dagirker, operasyon pêk aniye. Leşkerê tevlî vê operasyonê bûne, li qadeke berfireh kemînan datînin. Di 4'ê Nîsanê saet di 22:00 - 23:00 de, hêzeke me ya gerîla ku di nava tevgerê de bû, zû bi kemîna artêşa Tirk hesiyan û bêyî bikeve nava şer xwe ji herêmê vekişand. Artêşa Tirk a bi gerîlayên me hesiya, gule li derdorê reşand û hewl da rê li ber pevçûnekê veke. Piştî vê hewldana arteşa Tirk, yekîneyên leşkerî yên bê encam man saet li derdora 23'an xwe ji herêmê vekişandine.

Di 4'ê Nîsanê saet di navbera 10:30 - 11:40 de li herêma Xakurkê, di 5'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 03:30 - 05:00 de jî li herêma Metîna, artêşa Tirk a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov, keşif kiriye."