Xebatên ji nû ve avakirina Kobanê destpê kirin

Ekîp û maşîneyên kar ên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê şandin bajêr, dest bi xebatan kirin.

Ekîp û maşîneyên kar ên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê şandin bajêr, dest bi xebatan kirin.

Li Kobanê a ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji sedî 80’î navenda bajêr hilweşiya, ekîp û maşîneyên kar ên şaredariyên herêmê  şandin dest bi karên xwe kirin. Xebatên ku îro destpê kirin, li sê herêmên ku biryar hat girtin wek muzeya servekirî ya bajêr bimînin zêde bûn.

Ekîp û maşîneyên kar li herêmên ku wek muzeya servekirî dê bimînin wê dest nedin îskeletên avahiyên hilweşiyane, di nav kolanan de dest bi rakirina xirbeyan kirin. Xirbeyên tên komkirin li derveyî bajêr tên rijandin.

Li aliyekî ku xebatên ekîban didomin, welatiyên bajêr ên vedigerin jî dest bi ji nû ve avakirina xaniyên xwe dikin.