Zextên artêşa Tirk zêde bûn

Zextên artêşa Tirk ên li hember gelê li gundê Roboskî bazirganiya sînor dikin her diçe zêdetir dibin.

Zextên artêşa Tirk ên li hember gelê li gundê Roboskî bazirganiya sînor dikin her diçe zêdetir dibin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, 7’ê Nîsanê saet di navbera 21:30 - 22:00’an de li hember gelê li gundê Roboskî yê Şirnexê bazirganiya sînor dikin leşkerên artêşa Tirk saet di navbera 20.00-22.00’an de ji Girê Meymûn bi çekên giran gulebaran kirin.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku gel hatiye qada kana komirê ya li ser sînor û bi çalakiyekê zextên leşkeran şermezar kirin. Hat ragihandin di çalakiyê de leşkeran gule berdane gel. Hat diyarkirin ku leşkerên artêşa Tirk li Kanî Xiyara, Kana Komirê û girên derdorê yên biçûk girtine û li herêmê li pey provokasyonan e. Her wiha hat gotin ku li herêmê yekîneyên veşartî jî hene.