Êrîşa hemwext a çeteyan hat şikandin

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi wesayîtên zirxî û çekên giran êrîşî herêma di navbera Hesekê û Til Temirê de kirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku di encama berxwedana bêhempa ya YPG/YPJ'ê de êrîş hat şikandin û herî kêm 23 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku pevçûnên piştî êrîşên DAIŞ'ê yên 23'ê Sibatê destpê kirin, li rojavayê Kantona Cizîrê bi dijwarî dewam dikin û diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê bi piştgiriya tank, wesaîtên zirxî, çekên giran û hêzên teqwiye ku ji navendên cûr be cûr ên Sûriyeyê kom kirin, di navbera Hesekê û Til Temirê êrîşekî mezin lidar xistin.

LI HERÊMA NAVBERA HESEKÊ Û TIL TEMIRÊ ÊRÎŞA GIRAN: 23 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê da zanîn ku çeteyan di vê êrîşê de pira Xerîta ya ku li vê herême yekane pira li ser ava Xabûrê ye û ji Hesekê 23, ji Til Temir jî 14 km dûr e, gundên Til Baz, Til Cezîrê, Xerîta, Til Tal, Til Necmê û Medcenê yên nêzî Til Necmê ne hedef girtine.  

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê bi berxwedaneke bêhempa li hemberî êrîşên li qadeke 9 kîlometreyî sekinîne û hat gotin, "Çete, ji wan qadên ku ketin hatin derxistin. Li herêmê pevçûn berdewam dikin. Di van pevçûnan de heta niha qasî hatiye zelalkirin 23 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me tevî 10 termên çeteyan dest danîn li ser 10 kleş, 1 BKC, 1 B7 û gelek cebilxaneya van çekan."

6 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di vî şerî de 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şikandina êrîşên çeteyan de roleke girîng lîstin bi lehengî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyan duh bi şev xwestin li hemberî gundê Xebîş ê Til Temirê êrîşekê lidar bixin û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê êrîş hatiye şikandin.

Der barê hejmara çeteyên li vir hatin kuştin an jî birîndar bûne, agahiyeke zelal nehat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, duh bi şev hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên di navbera Til Temir û Alya de çalakî pêk anîn, di encamê de wesayîteke çeteyan hat rûxandin, lê hejmara windahiyên çeteyan nehat zelalkirin.