Xwendekarên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Xwendekarên Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo hevalên xwe yên li Kobanê di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê lidar xistin.
Xwendekarên Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo hevalên xwe yên li Kobanê di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê lidar xistin.
Xwendekarên Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo hevalên xwe yên li Kobanê di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê lidar xistin.
Di bîranîna li Kantîna Fakulteya Tipê ya Zanîngehê de Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay, Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydemîr, Hevşaredarên Sûrê yên DBP'yî, nûnerên MEYADER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê û xwendekar amade bûn.
Li salona bîranînê wêneyên Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Mahmût Zengîn, Arzû Adiguzel, Harûn Ozmen û Yûsûf Eren ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin û dirûşmên ‘Şehit Namirin’, ‘Tekoşîn, berxwedan rêya me rêya şehîdan e’, ‘Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne’, ‘Rêya şehit rêya me, PKK partiya me’ hatin qîrîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" destpê kir. Dûre endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydemîr axivî û diyar kir ku ew cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Aydemîr anî ziman ku li Kobanê hînê têkoşîn dewam dike û destnîşan kir ku Xwendekarê polsa 3. a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Yûsûf Eren weke doktorekî wezîfeya xwe temam kiriye û tevlî karwanê cangoriyan bûye. Aydemîr got, "Hevalê Yûsûf weke doktorekî, tevlî vî karwanî bû, cihê xwe di vê rê de girt. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin."
Dûre Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay axivî û destnîşan kir ku Kobanê qeleha berxwedanê ye. Gunay got, "Li Kobanê şer dewam dike. Di heman demê de pêvajoya avakirina Kobanê jî dewam dike. Ez hemû rêhevalên me bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim."
Merasîma bîranînê bi axaftinên Dayikên Aştiyê û sînevîzyona li ser jiyana xwendekarên zanîngehê yên jiyana xwe ji dest dan re, dewam kir.