KCK: Heta hilbijartinê divê her kes bi şev û roj bixebite
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku heta hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, divê her kes bi plan û rêxistinbûyîn bi şev û roj bixebite.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku heta hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, divê her kes bi plan û rêxistinbûyîn bi şev û roj bixebite.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku li Tirkiyeyê ti hilbijartin mîna ya 7'ê Hezîranê girîng nebûye û got, "Gelên me, bindest û hêzên demokrasiyê yên li dijî zîhniyetê otorîter-yekparêz in û di tevahiya dîroka Tirkiyeyê de li benda jiyana azad û demokratîk in, pêwîste di asta seferberiyê de di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Ji bo serketina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, firsendeke mûezem a serketinê derketiye holê. Ji bo ev derfetên guncaw veguherin serketineke mezin a demokrasiyê, şert û mercên pêwîst di vê demê de hene. Di vê hilbijartinê de, ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e, dive her kes bi moraleke mezin, daxwaz û biryardariyeke tam bixebite. Bi taybetî xebatên hilbijartinê yên jin û ciwanan gelekî girîng in. Pêwîste ti kesên xwe negihandine û pê re hevdîtin nekirine, nemîne. Heta hilbijartinan divê her kes bi plan û rêxistinbûyî bi şev û roj bixebite."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Tirkiye di demeke li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diqewimin de hilbijartinan pêk tîne û destnîşan kir ku ti hilbijartinên li Tirkiyeyê ewçend girîng nebûne. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Bi vê hilbijartinê re wê pêşeroja siyasî ya Tiriyeyê diyar bibe. Daneheviya demokratîkbûyînê ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê û hêzên şoreşger-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi dayîna berdêlên giran afirandine, bi serketina hilbijartinê re wê li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber pêngaveke nû û xurt a demokratîkbûyînê veke. Ji ber vê yekê armanca yekane ya AKP û hemû partiyên sîstemê, astengkirina pêngava demokrasî û azadiyê ya gelên me ye. Serketina HDP'ê ya hilbijartinê wê serketina demokrasiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê, hemû kedkar, jin, ciwan, nasname û çandan be. Wê li Tirkiyeyê pêşî li demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd vebe. Ev yek wê di heman demê de tevkariyeke girîng li demokratîkbûyîna gelên Rojhilata Navîn bike. Wê zîhniyetê yekparêz û otorîter ê AKP'ê yê 13 salan, qels bike."
KCK'ê da xuyakirin ku dema li lîsteya namzetên AKP'ê were temaşekirin wê bê dîtin ku ne lîsteyeke xwedî armanca demokratîkbûyînê ye, lîsteyek ji bo pêşîgirtina li belavbûna AKP'ê ye û got, "Bi vê lîsteyê re careke din hat dîtin ku AKP xwedî zîhniyet û helwesteke ku hesreta demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê li ber çavan digire û li pirsgirêka Kurd difikire nîne. Li dû aşkerakirina lîsteya namzetan, îstifakirina gelek namzetên parlamenteriyê û xwekuştina namzetekî wan, nîşaneya vê yekê ye. Her wiha tê dîtin ku CHP jî bi profîleke namzetan a dixwaze pêşî li kêmbûna dengan bigire û demokratîkbûyînê esas nagire, dikeve hilbijartinê. Gelek çavdêr û şîroveger, dema vê profîla namzetan a CHP'ê dinirxînin destnîşan dikin, ku CHP bi gumana pêşîgirtina li dengên ji bo HDP'ê biçin, tevgeriya ye. Ev rastî nîşan dide ku bi tenê HDP'ê di amadekirina namzetên xwe de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê esas girtiye."
'YEKANE PARTIYA REWŞA CIVAKÎ YA TIRKIYEYÊ HEMBÊZ DIKE HDP YE'
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de ev yek hat destnîşankirin:
"HDP'ê bi namzetên xwe re, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd esas girtiye. Yekane partiya ku hemû pêkhateyên civakî, olî û etnîkî yên Tirkiyeyê hembêz dike, temsîliyeta wekhev a jinê pêk aniye, HDP ye. Di lîsteya HDP'ê de kedkar, sosyalîst, jin, ciwan, Elewî, Misilmanên demokratîk, Êzidî, Ermenî, Suryanî, Ereb, Çerkez, Caferî, Mihelmî hatine temsîlkirin. Bi vî rengî hemû nasname û çandên di dîroka Tirkiyeyê li derve û di binê zextê de hatine hiştin, di siyaseta demokratîk de cihekî aktîf girtine. Ev rastî di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî wesfeke şoreşgerî ye. Ji ber vê yekê, piştî lîsteya namzetên HDP'ê hat aşkerakirin di nava civakê û raya giştî ya demokratîk de coşeke mezin derket holê.
Tevî girîngiya profîlên namzetan, ev hilbijartin wê bi giranî bi şêweyê têkoşîna di navbera zîhniyetên polîtîk de derbas bibe. Heta roja îro hemû hilbijartinên li Tirkiyeyê bi şêweyê pêşbirka di navbera partiyên nava sîstemê de derbas dibû. Ji dema tevlîbûna hilbijartinê ya Partiya Karker a Tirkiyeyê û vir ve, yekemcar hilbijartinek wê bi pêşbirka di navbera partiyên nava sîstemê û hêzên li derveyî sîstemê de derbas bibe. Di vê hilbijartina ku bi qasî diyarkirina pêşeroja Tirkiyeyê girîng e de, serlêdanên zêde yên namzetan ji bo HDP'ê nîşan didin ku di nava hêzên demokrasiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê de daxwaz û kelecaneke mezin a têkoşîna demokrasiyê heye. Lewma bêyî ku lê binêre ku di lîsteyê de ye yan jî ne tê de ye, wê bi coşeke mezin tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
'PÊWÎSTE DI VÊ HILBIJARTINÊ DE HER KES BI BIRYARDARIYEKE MEZIN BIXEBITE'
Her kes qebûl dike ku ev hilbijartin wê di navbera hêzên demokrasiyê û hêzên di zîhniyeta otorîter de israr dikin û di vê zîhniyetê de çikiyane de, derbas bibe. Gelên me, bindest û hêzên demokrasiyê yên li dijî zîhniyetê otorîter-yekparêz in û di tevahiya dîroka Tirkiyeyê de li benda jiyana azad û demokratîk in, pêwîste di asta seferberiyê de di nava vê têkoşînê de cih bigirin. ji bo serketina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, firsendeke mûezem a serketinê derketiye holê. Ji bo ev derfetên guncaw veguherin serketineke mezin a demokrasiyê, şert û mercên pêwîst di vê demê de hene. Di vê hilbijartinê de, ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e, divê her kes bi moraleke mezin, daxwaz û biryardariyeke tam bixebite. Bi taybetî xebatên hilbijartinê yên jin û ciwanan gelekî girîng in. Pêwîste ti kesên xwe negihandine û pê re hevdîtin nekirine, nemîne. Heta hilbijartinan divê her kes bi plan û rêxistinbûyî bi şev û roj bixebite. Di 7'ê Hezîranê de bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinê re wê gelên me ji bo xwe gihandina jiyana azad û demokratîk gaveke girîng avêtibin. Li ser vê bingehê em ji her kesên wê beşdarî xebatên hilbijartinê bibin re serketinê dixwazin."