Ji HPG'ê der barê bûyera Farqînê de daxuyanî

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku ji ber zêdebûna tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a tevî hemû hişyariyan, li bejahiya navçeya Amed Farqînê bi armanca hişyarkirinê duh gule li yekîneyên Tirk hatiye reşandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li navçeya Amed Farqînê tevî hemû hişyariyan artêşa Tirk xebatên xwe yên çêkirina bendavê dewam kiriye û li ser zêdebûna tevgera leşkerî ya li herêmê, bi armanca hişyarkirinê hêzên gerîla di 8'ê Nîsanê saet di 05:00 de guleyên hişyariyê li 2 maşînên zirxî, TIR'ek û mînîbuseke artêşa Tirk reşandine.

HPG'ê diyar ku di vê gulereşandina bi armanca hişyarkirinê de wesayîtên mijara gotinê hatine derbkirin û ragihand, ku di heman rojê de artêşa Tirk li derdora gundê Boşatê saet di 08:00 de bi beşdariya maşînên zirxî derketiye operasyonê û operasyona ku cerdevanên gundên Boşat û Bakuze jî tê de hebûn, piştî nîvro bi vekişînê bi dawî bûye.

ARTÊŞA TIRK HEFTANÎN BOMBEBARAN KIR

HPG'ê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku hêzên artêşa Tirk qada Heftanîn a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine. Der barê vê bombebaranê de ev agahî hatin dayîn: "Di 8'ê Nîsanê saet di navbera 18:00 - 19:30 û 20:30 - 21:00 deji girên Yekmal û Sînek ên di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ne, Tepê Hestiya, Tepê Şehîd Denîz, Tepê Gomme, Tepê Zeytûna, Tepê Şehîd Mûnzûr, Dola Vektorya, Dola Silê, Dola Kulya û Boxaza PKK bi obus, hawan û çekên giran ên A4 hatine bombekirin. Her wiha di navbera 8'ê Nîsanê saaet di 23:00 û 9'ê Nîsanê saet di 05:30 de, bi pêgerên hewayî yên bê mirov li ser sînor keşif hatiye kirin."

LI SER ZAP Û AVAŞÎNÊ TEVGERA HEWAYÎ

HPG'ê her wiha der barê tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li ser qadên Zap û Avaşîn de ev agahî da: "Di 8'ê Nîsanê saet di navbera 11:00 - 11:30 de li ser qada Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevgera balafirên şer ên artêşa TC a dagirker hatiye tespîtkirin. Her wiha saet di navbera 16:00 - 16:30 de ji Girê Mamreş ê di bin kontrola artêşa TC de ye, derdora bi çekên giran hatiye gulereşandin. Ev demeke li qereqola Oremar a li navçeya Colemêrg Geverê ye, xebatên çêkirina garnîzon (biryargeheke) nû hatine destpêkirin.

Di 8'ê Nîsanê saet di navbera 21:30 û 22:00 û 9'ê Nîsanê saet di navbera 01:00 - 02:00 de tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, hatiye tespîtkirin."