Gunay Aslan: Divê hilbijêr li dora HDP’ê bibin xelek

Ronameger-nivîskar Gunay Aslan ji bo bernamzetiya hilbijartinên 2015’an serî li HDP’ê da û neket lîsteyê, diyar kir divê hilbijêr li dora HDP'a mîsyona wê ya dîrokî heye, bibin xelek.

Ronameger-nivîskar Gunay Aslan ji bo bernamzetiya hilbijartinên 2015’an serî li HDP’ê da û neket lîsteyê, diyar kir  divê hilbijêr li dora HDP'a mîsyona wê ya dîrokî heye, bibin xelek. Aslan bi lêv kir hinek aliyan hewl dane nebûna namzetiya wî bikar bînin û got: “Ya girîng ne ev e ku mirov bibin namzetên HDP’ê,  ya girîng mirov wek neferekî vê tevgerê bixebite.  Pêşî li rêya spekulasyonan girtin jî, xwedîderketina li partî û têkoşînê ye.”

Aslan ku ev nêzî du mehane li Wanê xebatên bernamzetiyê dimeşand, ji gelê Wanê, saziyên civaka sivîl, xebatkarên partî û şaredariyê re spasiyên xwe kir. Aslan got: “Em deyndarê wan in. Em bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Em qebûl kirin.  Hemû namzet, namzetên me ne. Parçeyek têkoşîna me ne.  Ji bo me tiştekî bê guhertin nîne. Em biryara partiyê bi rêzdarî pêşwaz dikin.”

A GIRÎNG WEK NEFEREKÎ TEVGERÊ XEBAT E

Aslan destnîşan kir piştî lîste di 7’ê Nîsanê de hat aşkerakirin  wateya spekulasyonan nîne û wiha pêde çû: “Ji bo pêşî li van spekulasyonan bigirim, min di çapemeniya civakî de daxuyaniyek da.  Ya girîng têkoşîne, ya girîng serketina HDP’ê ye. Roj roja  em li li dora HDP’ê bibin xelek e. Bêguman di vê pêvajoyê de spekulasyonên cuda wê hebin.  Partiyên raqîb wê vê bikar bînin. Divê em bi wan jî bawer nekin. Ez çûm serdana HDP’ê. Min spas kir.  Min got ku ez di vê pêvajoya namzetiyê de ligel wan im. Mîsyoneke dîrokî ya HDP’ê heye. Ev hilbijartinek dîrokî û krîtîk e.  Ev di aliyê pêşeroja çareseriyê de jî wisa ye. Ji bo serketina HDP’ê çi ji destê min bê ez dikim.  A girîng ev e ku em di vê tevgerê de bixebitin.“

Aslan di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir Kurd dixwazin li Kurdistanê azad bijîn û rêya vê jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê derbas dibe û wiha pêde çû: “Hêza herî bi bandor a ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re pêşengiyê dike HDP ye. Em bi vê hişmendiya dîrokî tevdigerin. Partiyek wisa bi qezencên têkoşîna 30 salî hatiye afirandin. Hevalên me yên di vê partiyê de peywir girtine, alên xwe ji hevalên ku berê di partiyê de peywirdar bûn, girtine.  Ya girîng ne kes in, a girîng alavên têkoşînê yên sazî û partiyan e. Berdêlên vê yên giran hene. HDP di demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd e xwedî mîrateyek dîrokî ye. Divê mirov bi vê armancê tevbigerin.  Ol, nasname, feraset çi dibe bila bibe, HDP ji her kesî re pêşengiyê dike.  Peywirek wan a dîrokî heye. Divê hilbijêr bi vê hişmendiyê li dora HDP’ê bibin xelek.”