Cenazeyê şervanê YPG'ê Evdilqadir wê sibê bişînin Kobanê

Şervanê YPG'ê Evdilqadir Şêx Mihemed roja berê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Evdilqadir wê îro li Pirsûsê bê rawestandin û wê sibê ber bi Kobanê ve bê şandin.

Şervanê YPG'ê Evdilqadir Şêx Mihemed roja berê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bû û ji bo dermankirinê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Nexweşxaneya Dewlet a Pirsûsê. Ji ber rewşa şervanê YPG'ê giran bû sewqî Nexweşxaneya Taybet a Şanmed kirin. Ligel hemû mudaxaleyê Evdilkadir nehat rizgarkirin û îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Evdilqadir ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Piştî otopsiyê endamê MEYA-DER'ê cenaze radest kirin. Hat ragihandin ku cenazeyê Evdilqadir Kobanê îşev li Neçxweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê rawestandin û wê sibê ber bi Kobanê ve bê şandin.