Ji bo gerîlaya YJA Star Sîbel Abo ya li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat xwendin..
ANF
WAN
pêncşem, 9 avrêlê 2015, 15:43
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Sibel Abo (Zîlan Piling) a li Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, li Mala Gel a Îpekyolu ya Wanê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê Lezgîn Botan û Musa Îtah, hevşaredarên Artemêtan, Îpekyolu, rêveberên DBP û sedan welatî amadebûn. Di mewlûdê de ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gêlê Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYAD-DER'ê Îbrahîm Alkan diyar kir ku gerîlaya YJA Star Sîbel Abo 3 salan bê navber li Zap, Zagros û Şengalê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn meşand.
Di mewlûdê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî axivî û diyar kir ku di berxwedana Kobanê de ji her gelan şehîdên gelê Kurd hene. Bavê gerîlaya YJA-Starê Sibel Abo, Şaban Abo spasiyên xwe ji gel re kir û wiha got: "Sibel êşa gelê Kurd ji dilê xwe hîs kir û tevlî nava tevgera azadiyê bû. Li hemû qadan têkoşîn meşand." Herî dawî nameya ji aliyê rê hevalên Abo li qada berxwedanê rê kiriye ji aliyê Levent Abo ve hat xwendin.
Piştî mewlûd hat xwendin dûa hatin kirin û xwarin hat dayîn.