Komîteya Rêveber a PKK'ê, di kesayetiya endama Komîteya Navendî ya PKK'ê (Sorxwîn) û Celal Ercan (Ozan Sefkan) de 'Şehîdên Meha Nîsanê' bibîr anî.
Anf
Behdînan
în, 10 avrêlê 2015, 11:45
Komîteya Rêveber a PKK'ê, di kesayetiya endama Komîteya Navendî ya PKK'ê (Sorxwîn) û Celal Ercan (Ozan Sefkan) de cangoriyên meha Nîsanê bibîr anî. PKK'ê got, "Ji bo civak û jiyaneke azad, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dora abîdeyên heqîqetê Şehîdan bicivin û têbikoşin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî de di kesayetiya endama Komîteya Navendî ya PKK'ê (Sorxwîn) û Celal Ercan (Ozan Sefkan) de cangoriyên meha Nîsanê bibîr anî. PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Keyasetên mezin ji çavkaniya sor a şehadetan derdikevin holê. Yên ku ew veguherandin çavkaniya xwe ya pêşketinê, yên ev mezinahî, durustî nîşan dan ti carî têk naçin. Ji roja derketina têkoşîna me ya azadiyê heta qonaxa şoreşê ya roja îro, li dijî şerên qirkirinê yên hêzên dagirker û serdest li ber xwe daye û hatiye roja îro, bi xurtî ji her demê derketiye, armanca xwe ya azadiyê civakî kiriye û ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyeke mezin. Ev yek jî ji ber xwe xwedîkirina ji çavkaniya sor a şehadetan, ji bêmirinkirina vê çavkaniyê, ye."
'TEVGERA PKK'Ê TEVGERA ŞEHÎDAN E'
PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Bi şehadetên di asta lehengiyê re, gelekî xwedî rastiya hebûna parçebûyî di civata civat û gelan de ku navê wê nehat bilêvkirin, ji nû ve hat afirandin, bi exlaqa xurt a azadiyê re veguherî rastiya gelekî şervan û li hemberî paşverûtiya cîhanê bû bendeke neyê hilweşandin. Ev yek, em ji dîroka têkoşîna me tê fêmkirin hem jî pêwendiya xwe bi pêkhatina Tevgera PKK'ê heye, ku ev tevger di rastiya çalakiyê de şehadetê, di rastiya şehadetê de çalakîtiyê esas digire. Pêkhatina tevgera PKK'ê bi temamî bi şehîdan bicih hatiye. Ya rast ya têk naçe ye û ya timî bi pêş ve dike û têkoşîna civakî ber bi serketinê ve dibe ye. Nûnerên herî mezin ên rastiyan jî şehîd in.
Lewma tevgera PKK'ê tevgera şehîdan e û partiya şehîdan e. Hebûna wê bi şehadetan re ye, meşa wê ya şoreşê bi şehadetan re pêk tê. Ji Amedê heta Kobanê, ji Kobanê heta Şengalê, ji Şengalê heta Şaho, têkoşîna me ya li her qadê ber bi şoreşê ve diçe, rastiya şehîdan e. Armanc, ruh, hezkirin û û baweriya wan a ji azadiya gelan e. Li ser vê bingehê tevî şehîdên meha Nîsanê em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û li pêşberî bêmirinbûyîna wan em soza xwe ya dilsoziyê dubare dikin."
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de bal hat kişandin ser van xalan:
"Rêhevalê me Îzzettîn Er ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê, ku bi rêxistinbûyîna têkoşîna me ya li Kurdistanê re tevlî nava refên tevgerê bû, bi destê hêzên noker û feodal hat qetilkirin. Em vê qetilkirinê bi nefret şermezar dikin û li pêşberî şehadeta wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Di demeke ku hêzên ewlekariyê yên mêtînger û hin hêzên çep ên dûvikê mêtîngeran bi berfirehî êrîşî tevgera me dikir de, rêhevalê me Mecît ê li navçeya Mêrdîn Qoserê ji dayik bû di Nîsana 1980'î de şehîd ket. Em şehadeta wî bi mînetdarî bibîr tînin û soza jîndarkirina bîranînên wî dubare dikin.
Rêhevalekî me yê din ê li hemberî nokerî û feodalîteya li Kurdistanê mêtîngerî diparast şer kir û di Nîsana 1980'î de şehîd ket Mehmet Soylemez ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê ye. Em ê bîranînê wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Rêhevalê me Hayas Ylimaz ê ji navçeya Colemêrg Şemzînanê ku li dijî mêtîngeriya li Kurdistanê di temenê ciwantiyê de tevlî têkoşînê bû, piştî ku tevgera PKK'ê nas kir yekser cihê xwe di nava têkoşîna aktîf de girt û di 15'ê Nîsana 1983'an de ji aliyê nokerên neteweperest ve li Başûrê Kurdistanê dîl hat girtin û hat qetilkirin. Em vê êrîşê şermezar dikin û şehadeta rêhevalê xwe bi mînetdarî bibîr tînin.
'DI ENCAMA KOMPLOYÊ DE ŞEHÎD KETIN'
Li pêşberî şehadeta Riyad-Abdûlrahman Aytemîr ê ji navçeya Mêrdîn Nisêbînê, Delîl-Abdûllah Gulseren ê ji navçeya Êlih Kercewsê, Şervan-Abdûlkadîr Gergerî yê ji Amedê, Ozan Sefkan-Celal Ercan ê ji navçeya Dêrsim Çemîşgezekê, Hazim-Cemîl Bayram ê ji navçeya Şirnex Qilabanê, Mesût-Îdrîs Okmen ê ji Qersê, Xalit-M. Raûf Akbay ê ji navçeya Bedlî Tetwanê û Şervan-Sabrî Atak ê Şirnexê ku di 16'ê Nîsana 1985'an de li Başûrê Kurdistanê di encama komploya hêzên noker ên neteweperest ve hatin qetilkirin, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranînên wan re dubare dikin.
Rêhevalê me Salih-Zekî Kalabaş ê ji navçeya Qers Eleşgîrtê yê derveyî welat berê xwe da welêt, bi 3 rêhevalên xwe re di Nîsana 1989'an de li qada Çiravê di pevçûna li hemberî dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû, em bi rêzdarî wî bibîr tînin.
Ji fermandarên me yên Cûdî û endamê manewî yê Komîteya Navendî ya PKK'ê rêhevalê me Cûma-Selîm Îlker ku yek ji mînakên şervanî û sekna milîtaniya bijarte û dilnizm a qeleha berxwedanê Botanê, di 14'ê Nîsana 1994'an de li qeleha şoreşa Kurdistanê Cûdî di êrîşeke hewayî de tevlî karwanê şehîdan bû. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin.
'SEDEMÊN ŞEHADETÊ BINGEHA TÊKOŞÎNA ME NE'
Ji sembolên artêşbûyîna jinê li bi vîna azad a têkoşîna azadiyê ya Kurdstanê ya bi îdeolojî û felsefeya Apoyî, ji milîtanên bijarte yên têkoşîna azadiyê endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û endama Konseya HPG'ê rêhevala me Sorxwîn-Ozgur Kaya a ji navçeya Dêrsim Milazgirtê û rêhevala me Adar-Heyfa Mûhammed bi 7 rêhevalên xwe re di 11'ê Nîsana 2006'an de li qada Botan-Besta di şerê li hemberî hêzên dagirker de şehîd ketin. Em şehadeta wan bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku sedemên şehadeta wan bingeha têkoşîna me ne.
Rêhevalên me Berjîn-Murvet Ogrenç a ji navçeya Sêrt Hawêlê, Dilzar-Azîze Yalçin a ji navçeya Amed Pasûrê yên di 11'ê Nîsana 1997'an de di operasyona bi rêbazên qirêj ên artêşa Tirk a li eyaleta Dêrsimê de şehîd ketin û rêhevala me Sozdar-Esmehan Ahmet a ji Qamişlo ku di encama heman operasyonê de di 13'ê Nîsana 1997'an de şehîd ket, bi rêzdarî bibîr tînin.
Rêhevalê xwe Hakî-Mehmet Ok ê ji navçeya Mêrdîn Stewrê ku li eyaleta Erzîromê di 12'ê Nîsana 1999'an de di pevçûna li hemberî artêşa Tirk de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku meşa me ya şoreşê wê li gorî dilsoziya bi bîranîna wan re be.
Em şehadeta rêhevalê xwe Şiyar Çele-Ahmet Aksû yê di 12'ê Nîsana 2003'an de li eyaleta Zagrosê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin.
Rêhevalê xwe Mahmût-Dervîş Sîna yê ji Kobanê ku di pevçûna li navenda Silopiyê ya li dijî hêzên dijmin de di 18'ê Nîsana 2003'an de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku meşa me wê di bin fermana wan de dewam bike.
Em şehadeta rêhevalê xwe Rûbar-Îsmaîl Alturk ê ji navçeya Şirnex Qilabanê, ku li herêma Behdînanê di 11'ê Nîsana 2003'an de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Rêhevalê xwe Gabar-Mehmet Emîn Kilinç ê ji Sêrtê, ku di 15'ê Nîsana 2004'an de li eyaleta Botanê gihîşt şehadetê bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranînên wan re dubare dikin.
Rêhevala xwe Ronahî-Hiyam Mûhammed a ji Efrînê ya ku li eyaleta Botanê di pevçûna ji ber operasyona dijmin de di 13'ê Nîsana 2005'an de şehîd ket, bi hestên kûr bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wê ji me re hiştiye, dewam bikin.
Em şehadeta rêhevalê xwe Fîrat Adil-Adil Hesen ê ji Efrînê yê di 13'ê Nîsana 2005'an de li qada Besta şehîd ket bi mînetdarî bibîr tînin.
Rêhevalê xwe Delîl-Fîdel Ozbey ê li qada Mehser a Mêrdînê di 17'ê Nîsana a2005'an de şehîd ket bi bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi têkoşîna wî re dubare dikin.
Rêhevalê xwe Harûn-Mehmet Alkan ê ji Wanê yê di 20'ê Nîsana 2006'an de li girtîgeha Mersînê şehîd ket bibîr tînin û di kesayetiya wî de dilsoziya xwe ya bi bîranîna berxwedênên li zîndanan dubare dikin.
Rêhevalê xwe Dijwar-Rizgar Îmat ê ji Zaxo-Derelûkê ku di 13'ê Nîsana 2007'an de li eyaleta Zagrosê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wî re dubare dikin.
Rêhevalê xwe Siwar-Mûhammed Kûbadî yê ji Kermanşahê, ku di 15'ê Nîsana 2010'an de di operasyona hêzên dijmin a li çiyayê Cûdî de şehîd ket bibîr tînin û sisoziya xwe ya bi bîranîna hemû şehîdan re dubare dikin. Em Xalid Cîbranî û rêhevalên wî yên di 14'ê Nîsana 1925'an de ji aliyê mêtîngerên TC ve hatin darvekirin bibîr tînin."
Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Tevgera PKK'ê ku îro tevahiya civakê ber bi jiyaneke demokratîk ve dibe, nîşan dide ku mirovahî ne neçare li gorî daxwaza faşîzmê bijî, hebûneke serbilind e ku dikare serweriya xwe biqîre û ev yek di kesayetiya PKK'ê de şênber bûye." PKK'ê got, "Ji bo civak û jiyaneke azad, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dora abîdeyên heqîqetê Şehîdan bicivin û têbikoşin."