Artêşa Tirk, hêstira ku di komkujiya Roboskî de jê nehat bikuje, di operasyona dawî ya hêstiran de qetil kir. Yek ji du hêstirên ji duh û vir ve hatine qetilkirin, hêstira Bedran Encu yê 13 salî ye, ku bi 33 mirovan re hatibû qetilkirin.
Komkujiya artêşa Tirk a tîne ser hêstiran dewam dike. Leşkerên Tirk di nava meha dawî de 22 hêstirên din jî qetil kirin.
Yek ji hêstirên hatin qetilkirin ya Bedran Encu yê 13 salî ye, ku di komkujiya xwediyê wê jî di nav de 34 kes hatin qetilkirin de bi saxî filitî bû.
LEŞKERAN DU HÊSTIRÊN ZEVT KIRIN, QETIL KIRIN
Serokê Komeleya Aştiyê ya ji bo Roboskî ji bo Edaletê (Roboskî-Der) Velî Encu yê li gund e, bûyerên ji duh bi şev û vir ve diqewimin vegot. Encu diyar kir ku leşkeran du hêstirên zevt kiribûn qetil kirin û got, "Mirovên me qetil kirin, niha dor hatiye hêstirên me. Bi her awayî zext kirin, hînê jî dikin. Çi ji me dixwazin, bi rastî jî em fêm nakin."
Encu xemsarî û bêdengiya rêxistinên mafên heywanan ên li rojavayê welêt li pêşberî komkujiya hêstiran rexne kir û got, "Diyar e ne canê KUrdan ne jî yê hêstirê wan bi qîmet e."
'ME MIRIYÊN XWE JÎ LI PIŞTA HÊSTIRÊ XWE KIRIN'
Encu anî ziman ku hêstirên wan ne tenê di bazirganiya sînor de, di gelek qadên jiyanê yên weke hilgirtina birîndar û nexweşan, kişandina barê êzingan alîkariyeke mezin didin wan û got, "Me miriyên xwe jî li pişta hêstirên xwe kirin. Cihê wan di nava jiyana me de mîna rehên xwînê ye. Û niha dixwazin bi van komkujiyan re dixwazin derbeke mezin li jiyana me bixin."
'ZOZANÊN ME BI CESEDÊN HÊSTIRAN TIJÎ NE'
Encu bal kişand ser komkujiya hêstiran ku hînê dewam dike û got, "Zozanên me bi cesedên hêstiran tijî ne."
Encu bibîr xist ku ew ê di rojên pêş de gilî bikin û li gel malbatên hêstirên wan hatine qetilkirin ew ê li goristanê daxuyaniyekê bidin.