Ji YPG'ê sererastkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, der barê bîlançoya duh a meha Adarê de hatibû weşandin sererastkirinek kir û diyar kir ku bîlançoya duh hat weşand a hemû kantonên Rojava ye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, der barê bîlançoya duh a meha Adarê de hatibû weşandin sererastkirinek kir û diyar kir ku bîlançoya duh hat weşand a hemû kantonên Rojava ye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, der barê bîlançoya duh a meha Adarê de hatibû weşandin sererastkirinek kir û got, "Bîlançoya duh hat weşandin, ji aliyê hin navgînên çapemeniyê ve weke ya Kantona Cizîrê hat ragihandin, lê ew bîlanço ya tevahiya herêmên Rojava ye."
Di daxuyaniya li ser mijarê de wiha hat gotin: "Duh (8'ê Adarê) bîlançoya meha Adarê di malpera fermî de bi raya giştî re hat parvekirin. Hin saziyên ragihandin û weşanê ev bîlanço weke bîlançoya Kantona Cizîrê tenê ragihandin.
Bîlançoya hat weşandin, encama pratîka şer a hemû herêmên ku YPG erka parastinê dimeşîne, digire nava xwe ye. Di vê wateyê de ew bîlançoya ku duh hat weşandin, bîlançoya pratîka şer a hemû Kantonên Rojava ye."