Li parkên Qoserê xebatan destpê kir

Li taxên Qoserê xebatên nûkirina parkên zarokan didomin.

Li taxên Qoserê xebatên nûkirina parkên zarokan didomin.

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Qoserê di çarçoveya modernîzekirina parkên lîstikan de xebatên xwe didominînin. Li 10 parkên lîstikan ên li Qoserê xebatên nûkirinê tên kirin û parkên nû yên lîstikan hatin avakirin. Di çarçoveya nûkirina parkên lîstikan de, li parkên Îbrahîm Ozmen, Taxa Turgut Ozal, Şeyhdavut Yalçinkaya, Otogar, Hamît Çelîk, Aydin Erdem, Taxa Îpekê, Mehmet Sîncar, Suleyman Solhan û Parka Jinan a 8’ê Adarê komên lîstîkan û hêlan hatin nûkirin.

Hevşaredarên Qoserê gotin, “Bi danîna komên lîstikan ên nû li parkan ji bo zarokên me bi tenduristî û ewlekarî sûdê werbigirin, eleqeya zarokan zêde bibe û ji bo kêm be jî wextê xwe li derve derbas bikin em hewl didin.”   

Hevşaredaran, anîn ziman li parkên ku alavên zarokan hatine nûkirin, ji bo ewlehiya zarok û malbatan bi awayekî periyodîk wê bên kontrolkirin.

Zarokên bi nûkirina komên lîstikan kêfxweş bûn, Midûriyeta Park û Baxçeyan spas kirin.