Li Şengalê pevçûn: 8 çete hatin kuştin

Li Şengalê duh û pêr êrîşê giran ên çeteyan rû dan. Di nava 48 saetan de 8 çete hatin kuştin, 16 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Li Şengalê duh û pêr êrîşê giran ên çeteyan rû dan. Di nava 48 saetan de 8 çete hatin kuştin, 16 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev ji çend baskan ve êrîşî mewziyên gerîlayên HPG'ê û pêşmergeyan ên li taxên Hey Nasir û Berojê, kirin. Hat ragihandin ku pevçûna li vir qewimî, heta ber destê sibehê dewam kir.

Li gorî agahiyan, Hêzên Hevpar ên Kurd di vî şerî de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin û êrîşa çeteyan şikandin. Di pevçûnan de 8 çete hatin kuştin, 16 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî, bi balafirên şer derbên giran li mewziyên çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajarê Şengalê xistin.