Artêşa Tirk bi operasyonan re hewl dide şer derxîne

NRÇ-HPG da xuyakirin, ku artêşa Tirk ji bo şer derxîne bi plan û zanebûn operasyonan zêde dike û destnîşan kir ku bi saya tedbîr û taktîkên bi dîsîplîn û di cih de ên hêzên gerîla, ev lîstik hatine pûçkirin.

NRÇ-HPG da xuyakirin, ku artêşa Tirk ji bo şer derxîne bi plan û zanebûn operasyonan zêde dike û destnîşan kir ku bi saya tedbîr û taktîkên bi dîsîplîn û di cih de ên hêzên gerîla, ev lîstik hatine pûçkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk ji bo şer derxîne bi plan û zanebûn operasyonan zêde dike. Navendê destnîşan kir ku bi saya tedbîr û taktîkên bi dîsîplîn û di cih de ên hêzên gerîla, ev lîstik li Colemêrgê hatine pûçkirin.

Di daxuyaniya NRÇ-HPG'ê de hat gotin ku artêşa Tirk di 12'ê Nîsanê saet di 11:30 de ji qereqola li girê Mamreş ê Şemzînanê bi komên leşkeran li hemberî qada Mergê ya gerîla operasyon pêk aniye.

Navendê diyar kir ku hêzên gerîla li hemberî vê tevgera leşkerî, ji bo hişyarkirinê gule reşandine û got, "Ji ber êrîşên Hêzên operasyonê heta saet 12:30 pevçûnan dewam kirine. Li ser bingeha xeta parastina rewa, gerîlayên me bersiv dane êrîşan û di van pevçûnan de 2 leşker mirine, 7 leşker jî birîndar bûne. Hêzên me yên gerîla li vê derê dest danîne ser gelek alavên leşkerî."

Navendê da zanîn ku di 12'ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li xada Xakurkê, saet di navbera 10:30-12:00 de li qada Şikefta Birîndaran û Kurê Jaro yên li Zapê keşif kirine û saet di navbera 11:00-11:30 de jî balafirên şer li herêmê geriyane.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 12'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 û 15:30 de ji Girê Mamreş ê Şemzînanê bi obus û hawanan qadên Şehîd Ronahî û Girê Mergê hatine bombekirin.

LI DÊRSIMÊ OPERASYON

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da xuyakirin ku artêşa Tirk di 30'ê Adarê de li bejahiya gundê Tax ê navenda Dêrsimê derketiye operasyonê û ev operasyon bi awayekî bê encam mayî bi dawî bûye. Navendê got, "Di 10'ê Nîsanê de li daristanên Zargoît ên navenda Dêrsimê operasyonek hatiye destpêkirin, ev operasyon jî bê encam maye. Artêşa Tirk her wiha veguhastina leşkeran ber bi navçeyên Dêrsimê ve zêde kiriye."

LI GABARÊ VEGUHASTINA LEŞKERÎ

Navendê diyar kir ku di hefteya dawî de bi helîkopterê Skorsky û maşînên zirxî hejmareke zêde leşker li qereqolên Botika û Kêlik ên li Çiyayê Mawa hatine veguhastin û destnîşan kir ku ji van qereqolan bi çekên giran, gule li derdorê tê reşandin.